Nasir Yagiz di çalakiya xwe de bi biryar e

Çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê yên li Başûrê Kurdistanê didomin. Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ragihand ku heta ku tecrîd neyê şikandin wê çalakiya xwe bidomîne. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz her giran dibe.

Çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Başûrê Kurdistanê didomin.

HEWLÊR

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 59'emîn de ye. Îro piştî daxuyaniyê koma 30'emîn çalakî dewr girt. 

Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzzeyen Guneş diyar kir, divê demildest tecrîd bê rakirin û got, "Gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk divê seknek xurtir raber bike. Divê gelê me li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur, Başûr û Rojava li ber xwe bide. 

Agahiya ji birêz Ocalan hatin girtin girîng, lê belê hê jî tecrîd ranebûye. Lewma daxwaza me ew e ku tecrîde bi temamî rabe. Divê parêzer û malbat bikaribin biçin hevdîtinê. Divê demildest dawî li tecrîda giran bê anîn."

Çalakiya endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku ji destpêka çalakiyên li Hewlêrê destpê kirî heta niha di greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger de ye, di roja 59'emîn de ye.

Yagiz, ji roja destpêkê heta niha 10 kîlo li xwe kêm kriiye û gelek nexweşî li wî der bûne.

SILÊMANÎ

Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li Silêmaniyê dest pê kir, di roja 36'an de ye.

Endamên Ofîsa Eniya Gelê Demokratîk a Kerkûkê çûn serdana çalakgeran û piştgirî da wan.

MEXMÛR

Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) çalakiya 16'ê Kanûnê destpê kir, di roja xwe 34'an de ye.

Bi daxuyaniyeke çapemeniyê, îro koma 12'an çalakî dewr girt.

Çalakgeran anîn ziman, ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.