Nasir Yagiz: Berxwedan jiyan e!

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a endamê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz a li dijî tecrîdê di roja 75’an de ye. Yagiz, dibêje ku heta tecrîd bi dawî nebe, berxwedan wê bidome.

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê, bi biryardarî didomin. Nasir Yagiz ê ji ber rewşa wî ya giran rakiribûn nexweşxaneyê, piştî tehlîlên wî hatin girtin, vegeriya Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê û diyar kir ku heta dawiyê wê berxwedana xwe bidomîne.

Her roja diçe rewşa Nasir Yagiz giran dibe. Yagiz li ser rewşa xwe anî ziman ku her diçe di warê tenduristî û fîzîkî de rewşa wî giran dibe, lê di warê biryardariyê de heta dawiyê wê çalakiya xwe bidomîne.

Yagiz anî ziman ku bêhalî, westan, dîsa êşa serêşî hê jî weke berê berdewam in. Yagiz diyar kir ku êdî aşika wî di girtina vexwartekan de zorê dikêşe û nikare tiştekî vexwe. Yagiz, bibîr xist ku êdî jibîrkirin û hesasyeta wî ya li hemberî ronahî, bihîstinê, dîsa vereşînê çêbûye.

Yagiz da zanîn ku 12 kîlo kêm kiriye, car bi car çavê wî tarî dibin, lê ev bi demkî ne. Herî dawî Yagiz got: “Heta gihaştina armancê wê berxwedan bidome.”

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a 16’ê Kanûna 2018’an ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 50'î de berdewam dike. Çalakî bi koma 17'an dewam dike.

Çalakiya greva bêdawî û bêdorveger ya endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fedîle Tok a ji 20'ê Çile ve li dijî tecîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 15’an de dewam dike. Tok anî ziman ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomîne.

ÇALAKIYA MECLÎSA ÎŞTARÊ A LI PÊŞIYA NY’YÊ DIDOME

Çalakiya endamên Meclîsa Îşatarê a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê a 30’ê Çileyê li pêşiya avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê bêdawî û dorveger dabû destpêkirin jî di roja 5’an de didome.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn, li ser mijarê agahî da ANF’ê û got: “Armanca me ya sereke şikandina tecrîda giran a li ser Rêbertiya me ye. Me dît ku saziyên Neteweyên Yekbûyî li hemberî daxwazên me bêdeng in, ji bo wê jî me li pêşiya avahiya NY’yê dest bi çalakiya bêdawî û dorveger a birçîbûnê kiriye.”

Sezgîn bal kişand ser êrîşa ji aliyê hêzên Asayîşa Hewlêrê yên rûpoşkirî ve pêk hatî û got: “Di roja duyemîn de hêzên asayîşa Hewlêrê bi awayekî hovane êrîş kirin û konê ku çalakî lê dihate kirin li erdê dan. Piştî heqaret kirin dîsa li wesayîtên xwe siwar bûn û çûn.”

EM BI BIRYAR IN ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê, bêdnegiya saziyên navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî, Saziyên Ewropî yên Mafê Mirovan dîsa yên mafê penaberan diparêzin, bibîr xist û wiha pêde çû: “Em vê bêdengiyê napejirînin û li ser van armancan îro hevdîtineke me wê li gel saziya Mafê Mirovan re pêk bê. Yek ji daxwaza me wê ew be ku bi biryarin heta tecrîd bidawî bibe em ê çalakiya xwe li pêşiya NY’yê bidomînin.”

ŞENGAL

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve 6’ê Çileyê li Xanesorê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 28’an de dewam dike.

Çalakî wê ji sibe û şûnde li Şengalê bidome. Sazî û dezgeyên Şengalê çalakiyê dewrir bigrin.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê di roja 50'an de ji aliyê koma 27'emîn ve hate dewirgirtin.

Li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê bi heman armancê 50 roj in greva birçîbûnê berdewam dike. Îro ji aliyê koma 27'emîn ve çalakî hate dewirgirtin.

Kom ji aliyê welatiyên çar parçeyê Kurdistanê ve hate dewirgirtin.