Namzetiya Ozdemîr ê HDP’yî cara duduyan hate redkirin

Namzetiya Hevşaredariyê yê Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr hatibû redkirin. Îtîraza li hemberî vê redkirinê jî hate redkirin.

Namzetiya Hevşaredariyê yê Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Navendî hatibû redkirin. Bi hinceta ku cezayên wî yên taloqbûyî heye, namzetiya Sabrî Ozdemîr hate redkirin. Parêzeran li hemberî vê redkirinê îtîraz kirin, lê îtîraz ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr hate redkirin. Ozdemîr derbarê biryarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘EM LI DORA PARTIYA XWE KOM BIBIN’

Ozdemîr diyar kir ku ew Edîp Solmaz ji xwe re dikin rêber ê ku di sala 1979’an de dema şaredar bû , hatibû qetilkirin. Ozdemîr got ku, “Di vê pêvajoya girîng û hesas de, divê em li dora partiya xwe kom bibin, namzetên xwe bi tenê nehêlin û hêzê bidin wan. Ez bawer im em ê vê peywir û berpirsyariyê bi cih bînin. Teqez em ê bi ser bikevin.”

Tê payîn ku HDP ew ê namzetê xwe yê nû di rojên pêş de eşkere bike.