Namzetên Sûrê: Em e li rex çewisandiyan û mezlûman bin

Namzetên Hevşaredariyê yên Sûrê Filîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr gotin, ''Em ê li rex çewisandiyan û mezlûman bin'' û ew ê saziyên ku hatine girtin dîsa vekin.

Namzetên Hevşaredariyê yên HDP'ê yên Sûrê gund bi gund, kuçe bi kuçe digerin û ji gel re dibêjin bê ka ew ê şaredartiyeke çawa bikin. 

FILÎZ BULUTTEKÎN KÎ YE?

Namzeta Hevşaredariyê ya Sûrê Filîz Buluttekîn 1969'an li Qulpê ya Amedê hatiye dinê, dibistana seretayî û lîse li navçeya xwe qedandiye û dayika 3 zarokan e. Buluttekîn 1993'an piştî ku gund û navçeya wan tê şewitandin ji neçarî koç dikin û têne Amedê. Buluttekîn bi dildarî xebatên li ser jin û zarokan kir. Piranî li Sûrê xebitî. Buluttekîn kete desteya rêveber a akademiya jinan a Sûrê û seroktiya wê kir. Dema ku 'qedexeyên derketina derve' ya navçeyê ya sala 2015-2016'an şahidî ji pêvajoya berxwedanê re kir. Van 14 mehên dawî Hevseroktiya Bajêr a Amedê ya HDP'ê dikir.

CEMAL OZDEMÎR KÎ YE?

Cemal Ozdemîr 1982'yan li Licê ya Amedê, li gundê Çinarli hate dinê. 1988'an ji ber zexta zêde ya dewletê li gel malbata xwe koçî bajaroka Bagivar a Amedê kir. Ozdemîr dibistana seratayî li vir xwend. Ozdemîr hê di zaroktî de kete ber barê debara malê, di ciwantî de dest bi siyaetê kir û di nav xebatên avakariyê ya KCD'ê de cih girt. Ozdemîr 2009-2014'an bû endamê meclîsa Sûrê, 5 salan ev kar kir. 2014-2017'an du serdeman bû alîkarê hevserokê navçeyê ya HDP'ê û 2017'an kete rêveberiya HDP'ê.

'EM Ê JIYANA EKOLOJÎK DEYNIN BER XWE'

Buluttekîn got di hemû zextan û şer de herî pir ziyan gihaye Sûrê, gelek zorî li jin û zarokan bûye, diyar kir ku bi êrîşan xwestin ku rengê jiyanê ya li Sûrê têk bibin û armanca wan li gel vê tinekirina çandû sirûşta Sûrê bû. 

Buluttekîn diyar kir bi êrîşan û qeyûman tê xwestin ku li ser Sûrê têgihiştineke dî çêbikin û got, ''Em ê li vir dîsa bi hev re hewl bidin projeyên li ser hîmê modêla jiyana hevpar a gelan û ekolojîk ava bikin. Em ê van projeyan hemûyî bi gelê Sûrê re bikin. Gelê me xwe çawa baş bibîne, çawa bixwaze rê ve bibe em ê bi wê modêlê tevbigerin.''

NAVENDÊN JIN Û CIWANAN

Buluttekîn got  li Sûrê darbe li jinan û ciwanan hatiye kirin, êrîşên qeyûm ên li ser navendên jinan bibîr xist, got navendên jinan niha kirine mekanên bi naveroka dînî, êrîş birine ser navendên ciwanan, berê ciwanan dane fihûşê û polîtîkyên ku civakê dirizînin rê ve dibin. Buluttekîn got, ''Em ê jî li dijî van navendên jin û ciwanan dîsa aktîf bikin, di nav gel de bin. Bi gel re em ê qadên wan berfireh bikin. Em ê t^keiliya gund û bajêr di navbeyna berhemên ekolojîk de ava bikin.''

Buluttekîn her wiha got dewlet bi TOKI'yan gelê Sûrê mexdûr dike, ew ê li dijî vê têbikşin û her wiha got, Sûr di nav lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê ya UNESCO dde ye, ji bo vê dive navçeya wan were parastin û got, ew ê di vê hêlê de têkoşîna xwe bidomînin.

'ÊRÎŞ ANÎN SER BİRA MIROVAN'

Cemal Ozdemîr jî dibêje Sûr ji bo wî pir girîng e, li Sûrê mezin bûye, li wir siyaset kiriye, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûrê yên salên 2015-2016'an bi bîr xist û got, ''Dema ku êrîş anîn ser Sûrê, pêşî erîş anîn ser bîra mirovan.''

Ozdemîr bal kişande ser polîtîkaya taybet a dewleta Tirk a li ser Sûrê û got, ''Ji têkiliyên cîrantiyê bigirin heta bi avaniya kuçeyan dixwazin asîmîle bikin'', bi domdarî got piştî hilweşandina Sûrê xaniyên ku têne avakirin ti têkilyia xwe bi raçînka dîrokî re tine û xaniyên ku hatine avakirin jî li devereke weke Sûrê ku şêniyên wê hejar in, bi 500-600 hezar lîreyî têne firotin.

'EM Ê DESTEKA TEKNÎK Û HIQÛQÎ BIDIN GEL'

Ozdemîr got piştî 6 taxên Sûrê hatine hilweşandin dewletê berê xwe daye taxên Alîpaşa û Lalebeyê jî ku şer lê nebûye, dewletê bi zorê hewl daye ku taxan vala bike, elektrîk û av li ser gel biriye, gel li gel vê jî derneketiye, malên wan bi ser wan de hilweşandine û got, bi vê avaniya demografîk a Sûrê guherandin. Ozdemîr diyar kir di van êrîşên siyasî û çandî de gelek mexdûriyyek çêbûne û ew jî ji bo ku dawî li van mexdûriyetan bînin û hesab bipirsin wê zorê li saziyên navnetewî bikin û têkoşîneke bikin, desteka teknîk û hiqûqî bidin gel.

Ozdemîr herî dawî got, ''Partiya me partiya çewisandiya û mezlûman e. Em ê jî tim li rex çewisandiyan û mezlûman bin. Ji bo vê jî em dixwazin hemû gelê me dengê xwe bide HDP'ê.''