Namzetên PADÊ bi gelê Şengalê re civiyan
Namzetên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ), Semîr Derwêş û Xwedêda Mûrad bi gelê Şengalê re civiyan.
Namzetên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ), Semîr Derwêş û Xwedêda Mûrad bi gelê Şengalê re civiyan.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) ji bo hilbijartina giştî ya Iraqê ya di 12’ê Gulanê de xebatên xwe didomîne.
Namzetên PADÊ Semîr Derwêş û Xwedêda Mûrad di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şengalê civîneke berfireh lidarxistin.
Namzetan bernameya xebatê ya ji bo civaka Şengalê eşkere kirin û li fikr û ramanên gel guhdarî kirin.
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di civînê de axivî û got, “Meclîsa me û gelê Êzidî ji bo serketina PADÊ, ew ê bi giyanê berxwedêr ê Şengalê têbikoşin. Bernameya xebatê ya PADÊ û herdu namzetan daxwazên civaka Êzidî ye. Em dixwazin ku Şengal wekî wîlayeteke hikumeta navendî were qebûlkirin û civaka Êzidî di nav aramiyê de bijîn.”
Piştî civînê namzet çûn bazara Şengalê, serdana gel û esnafan kir û belavokên hilbijartinê belav kirin.
Herdu namzetan posterên hilbijartinê li gel belav kirin û ji gel xwestin ku dengê xwe bidin namzetên PADÊ.