Namzetên HDP’ê yên Çêrmûgê bi gel re civiyan

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên şaredariya Çêrmûgê Makbûle Çakin û Mûharrem Şahîn bi gel re civiyan.

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên şaredariya Çêrmûgê Makbûle Çakin û Mûharrem Şahîn bi gel re civiyan. Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Semra Guzel, namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê yên şaredariya bajarê mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik li Germavê hatin pêşwazîkirin û ketin navçeyê. Gel li vê derê bi sloganên ‘Amed ya me ye’ û ‘Çêrmûg ya me ye’ namzet pêşwazîkirin.

Namzetê hevşaredariyê yê HDP’ê yê şaredariya Çêrmûgê Mûharrem Şahîn li pêşiya avahiya bajêr a HDP’ê axivî û diyar kir ku di 31’ê Adarê de ew ê bi ser bikevin.

Namzetên HDP’ê yê hevşaredariyê yê şaredariya bajarê mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî diyar kir ku Leyla Guven 87 roj in di greva birçîbûnê de û hemû kesên xwedîwijdan divê vê berxwedanê di dilê xwe de hîs bikin.

Parlementer û namzetên hevşaredariyê piştre çûn navçeya Pîranê.