Namzetên HDP’ê li Êlih û Colemêrgê bi gel re civiyan

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li Êlih û Colemêrgê bi gel re civiyan.

HDP’ê li Êlihê li Bûlwara Tûrgût Ozal lokala hilbijartinê vekir. Parlementerên HDP’ê yên Êlihê, namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz jî tevlî vekirinê bûn.

Sabrî Ozdemîr ê ku namzetiya wî ji aliyê Desteya Hilbijartinê hatibû betalkirin li vê derê axaftineke kurt kir. Ozdemîr got ku, “Di 30 salan de bi hezaran endam û rêveberên me hatine girtin. Em bi hêsanî negihiştin van rojan. Li ba me ji kesan wêdetir armanc girîng e. Ji ber vê divê em li dora namzetên xwe bibin xeleq.”

Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Songul Korkmaz jî Leyla Guven silav kir a ku 115 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Korkmaz got ku, “Bi peywirdarkirina qeyûman darbe li îradeya vî gelî hate kirin. Sînemaya Yilmaz Guney a ku sembola Êlihê ye, berê hate şewitandin û piştre hate hilweşandin. Me ev tişt ji bîr nekirin. Ji ber vê jî em ê tax bi tax bigerin û têkoşîna xwe geştir bikin.”

COLEMÊRG

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Samî Beşer û Felem Aker tevî rêveberên HDP’ê çûn serdana esnafên Rêya Cûmhûriyetê. Namzetan ji esnafan re qala projeyên xwe kirin.