Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan: Bi teqez em ê bi ser bikevin!

Namzetên Şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HD) li Wan, Şirnex, Erzirom û Amedê bi gel re civiyan.

Li gelek navendan namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê bi gel re hatin cem hev. Namzetên hevşaredariyan diyar kirin ku ew ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin û gotin: “Ew çi dikin bila bikin serkeftin ya me ye.”

WAN

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Erdîşê bi gel re hatin ba hev. Namzetên hevşaredariyan di têketina Erdîşê de ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin û li navenda navçeyê geriyan. Pişt re li ber Hala Sebzeyê şahiya danasîna namzetên hevşaredariyê yên Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala pêk anîn.

Yildiz Çetîn silav ji Leyla Guven û hevşaredara girtî ya Erdîşê Dîba Keskîn re silav şand û got: “Hevşaredarên me girtin û avêtin zîndanan. Dibe ku me jî biavêjin zîndanan lê wê nikaribin vîna gel kelepçe bikin. Em ê hemû bi hev re şaredariya xwe bi rê ve bibin. Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin.”

Namzetê hevşaredariyê Mahmût Pala jî da zanîn ku tevî zextan jî ew ê bixebitin û di hilbijartinê de bi ser bikevin û got: “Em ê tu demê paş ve gav neavêjin.”

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci jî destnîşan kir ku ew ê tu demê zextên li ser wan encam negirin û got: “Ew çi dikin bila bikin dîsa jî wê serkeftin a me be. Em ê şaredariyên xwe paş ve bigirin. Em ê rûxandina qeyûman bi gel re parve bikin. Wan Ya Me ye. Erdîş Ya Me ye.”

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe jî got têkoşîna jinan AKP’ê ditirsîne û ji ber vê yekê zextên li ser jinan zêde dikin. Ozgokçe got ew ê di 31’ê Adarê de ji qeyûman hesab bipirsin.

Bernameya danasîna namzetan bi berzkirina dirûşmên “Erdîş bi we serbilind e” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû.

ŞIRNEX

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî Namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya navçeya Basayê Zîlan Ecevît û Mehmet Emîn Kiliç bi bernameyekê bi gel dan nasîn. Namzet ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi lîlandin û îşaretên serkeftinê hatin pêşwazîkirin. Di bernameya danasînê e Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz anî ziman ku heta tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan bi dawî nebe dê aştî neyê Tirkiyeyê û xwest demildest tecrîd bê rakirin. Kaçmaz got ew ê li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê bi ser bikevin.

Namzetên Hevşaredariya Basayê Zîlan Ecevît û Mehmet Emîn Kiliç jî gotin ew ji bo bibin layîqî vê wezîfeyê soz didin gelê xwe û wê hêviya gelê xwe neşkênin.

ERZIROM

Namzetên hevşaredariyên HDP’ê yên navçeyên Tekman û Qerayaziyê yên Erziromê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Tekmanê Muzahît Karakûş û Yanes Çelîk li navenda navçeyê gelek mal ziyaret kirin û di sohbetan de behsa hilbijartinê kirin.

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Qerayaziyê Bûrhanettîn Şahîn û Melîke Goksu jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên navçeyê ziyaret kirin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan.

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî namzetên hevşaredariya xwe yên navçeya Karazê Rojda Nazlier û Kasim Pervane bi gel da nasîn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farisogullari, Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî beşdarî bernameya danasînê bûn. Namzetên hevşaredariyê, parlamenter û rêveberên HDP’ê li navçeyê geriyan û derbasî avahiya HDP’ê bûn. Namzetên Hevşaredariyê gel silav kirin û gel eleqeyek mezin nîşanî wan dan. Di bernameyê de stran hatin gotin û govend gerandin. Dirûşmên “Karaz Ya Me Ye” û “Amed Ya Me Ye” berz kirin.

Hulya Alokmen Uyanik di bernameyê de axivî û da zanîn ku ew ê di 31’ê Adarê de qeyûm ji cihên jê hatine dîsa bişînin wir û ew ê şaredariyên xwe bi gel re bi rê ve bibin. Uyanik got ew ê teqez bi ser bikevin û bajar û şaredarî yên wan in.

Namzetê Hevşaredariya Karazê Kasim Pervane jî diyar kir ku tevî hemû zextên li ser partiya wan gel xwedî li partiya xwe derdikeve û got: “Gelê me yê qedirbilind wê di hilbijartinê de hesabê ji qeyûman bixwaze. Em ê li gorî daxwaza gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin û hilberînin. Em ê qeyûman ji ser vê axê biqewirînin.”

Piştî danasîna Karazê HDP’yî ji bo danasîna namzetên hevşaredariya Hênê derbasî Hênê bûn.