Namzetê Nifşê Nû: Em ê leşkerên Tirk ji welatê xwe derxînin!

Namzetê Kerkûkê yê Lîsteya Nifşê Nû Îskender Selîm got, karê wan ê destpêkê wê li dijî leşkerên Tirk be û diyar kir ku wê li ber dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Namzetê rêza 8'an ê Kerkûkê yê Lîsteya Nifşê Nû (Lîsteya 120'an) Îskender Selîm li ser hilbijartina parlamenta Iraqê û projeyên xwe got, "Eger em di hilbijartina parlamenta Iraqê de bi ser bikevin, karê me yê destpêkê wê ew be ku leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxînin.

Selîm ji Rojnewsê de axivî û got, "Dewleta Tirk hê jî êrîşê Başûrê Kurdistanê dike û li hemberî vê yekê hizbên Kurd bêdeng in. Lê em ê bê helwest nemînin. Dema ku em çûn parlamenta Iraqê, karê me yê yekem wê hewldana ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Iraq û Başûrê Kurdistanê be."

Selîm di dewama axaftina xwe de got; "Divê em li parlamentê têbikoşin û destê aliyên ku alîkariya leşkerên Tirk dike bibirîn. Nabe ti aliyên xwecihî alîkariya hêzên derve ji bo dagirkeriyê bike. Divê aliyên siyasî piştgiriya gelê xwe bikin, ne piştgiriya dagirkeran bikin."

Namzetê lîsteya 120'an ê Kerkûkê Selîm wekî din diya rkir ku divê li gorî yasaya navdewletî û destûra Iraqê kar ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê bê kirin.

Di dawiyê de Îskender Selîm got; "Dema bihurî, serdema niha û dema bê em ê her tim piştgirê îradeya gel bin. Nerazîbûnek mezin a gelê me li hember leşkerên dagirker ên Tirk heye. Erka me ew e ku em piştgiriya îradeya gel bikin."