Namzetê Hezexê: Tifaqa me bi gel re temam e

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Hezexê Şen got, "Tifaqa me bi gel re temam e, em ê bi ser bikevin'

Hezex ku bi berxwedana Botanê gelekî behsa wê hate kirin ji hilbijartinê re hazir e. Qeyûmê dagirker ku deynekî giran li ser şaredariyê hiştiye, di hilbijartinê de wê ji qeyûm were azadkirin. Namzetê  Hevşaredariyê yê Hezexê Mûrat Şen got, tifaqa wan a bi gel re temam e.

Şen ku ji malbateke koçer e, 1978'an jidayik dibe, heta 1992'an bi koçerî jiyana xwe didomînin, lê piştî 1992'an piştî ku çûna zozanan tê qedexekirin jiyana wan a koçerî diqede li Hezexê dimînin. Şen, weke gelek ciwanên Kurd ku berê xwe didin bajarên Tirkan, bi karkerî, heta 2011'an diçû bajarên Tirkan û dixebitî. Ji 2011'an û vir de êdî bi temamî li Hezexê dimînin û dest jiyana xwe ya li Hezexê dikin.

Şen dema berxwedana xwerêberiyê rêvebertî kiriye. Li ser hovîtiya dewleta Tirk a li Hezexê kirî, Şen dibêje, ew ê tim di bîra wan de bimîne û ti caran ji bîr nekin.

Şen piştî ku salekê li Girtîgeya Mêrdînê dimîne, dibêje, ''Piştî ku derketim min xebatên xwe domandin. Ew çi yê me bikin hedef, projeyên me wê li ser wê bin. Êrîşê dibine ser ziman, çand, jin û ciwanan. Ew êrîşê tînin ser van. Em ê jî ji bo ziman, çand, jin û ciwanan xebatan bikin, projeyan deynin. Li gel vê, ji bo tifaqa gelê me ya bi me re em ê zêdetir bixebitin. Dema ku em di van hemû qadan de xebatan bikin jixwe em ê bi ser bikevin, ên ku dixwazin me me bişkînin, ew ê têk biçin.''