Namzetê Agirî: Em ê 31'ê Adarê mizginiyê bidin

Namzetê Hevşaredariyê yê HDP'ê yê Agiriyê Abdurrahman Dogan got 31'ê Adarê ew ê dawî li qeyûm bînin û mizgîniya serkeftinê bidin.

Namzetê Hevşaredariyê yê HDP'ê yê Agiriyê Abdurrahman Dogan got, ''Dibêjine gel ew ê tapoya bihiştê bidin wan, nirxên dînî jî bi kar tînin êdî ti kes nema bi van bawer dike. Gel pir baş dibîne ku AKP ev 17 sal in çi gotibe nekiriye. Ji bo vê jî pir li HDP'ê xwedî derdikevin. Gel nema dixwaze çav li van jî bikeve. Beriya bi çendekê di civîna gel de me ev dît, coşî û kelecaniyeke mezin heye.''

'EM Ê AŞTÎ Û ARAMIYÊ BÎNIN AGIRÎ'

Dogar got gel ji bo ku vîna xwe ya ku AKP'ê bi qeyûman desteser kirî ye bistîne bi bêsebriyekê li benda hilbijartina 31'ê Adare ye û got, ew ê Agiriyê bikin bajarê aştî û aramiyê. Dogar got gel 2014'an ji bo ku qedera xwe biguherîne biryar daye lê hişmendiya qeyûm a dagirker hurmet nîşanî vê biryarê nedaye.
Dogar diyar kir gel weke ku mafê wê ji dest hatibe standin, zilm lê hatibe kirin û dijûn lê hatibe kirin xwe dibîne, ji ber ku 2014'an weke ku bi neynûkên xwe bîrê bikolin şaredariya ku gel standî hatiye dagirkirin û ji dest gel hatiye standin û got, ''Ji bo vê jî dixwaze demildexts şaredariyê ji dest van talanker û zaliman bistîne.''

'EM Ê MIZGÎNIYÊ BIDIN'

Dogar got gel pir biryardar û pê bawer e ku şaredariyê ji dest qeyûm bistîne û domand, ''Ez baş dizanim ku di dîroka Agiriyê de çi serfirazî hene. Agirî heta niha kê zilm lê kiribe bersiva wan daye wan. Talankar divê baş zanibin ev doz doza gel e. Dozeke pîroz e. Doz wan kesan e ku zilm û zext li wan hatiye kirin. Tişta ku ya me ye em ê bistînin û em ê aştî û aramiyê bînin vî bajarî û 31'ê Adarê vê pîroz bikin.''