Namzeta HDP’ê ya hevşaredariya Çewligê Senem Çakas e

Piştî ku namzetiya hevşaredariya Çewlikê ya Hatîce Kavran ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr hate redkirin, HDP’ê ji bo namzetiya hevşaredariyê Senem Çakas nîşan da.

Piştî ku namzetiya hevşaredariya Çewlikê ya Hatîce Kavran ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr hate redkirin, HDP’ê bi civîneke çapemeniyê ji bo namzetiya hevşaredariyê Senem Çakas nîşan da.

Namzetê hevşaredariya Çewlikê Hişyar Ozsoy diyar kir ku biryara Desteya Hilbijartinê ya Bajêr siyasî ye.

Hate diyarkirin ku Çakas ji salên 2014’an û vir ve li Edene û Çewligê di nav  xebatên HDP’ê de cih digire û endameke Meclîsa Jinan a Kongreya Îslamî ye.