Namzedên HDP'ê ji aliyê gel ve tên hilbijartin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajaran sindoq danîn, ji bo namzedên hevşaredariyan ku wê hilbijartin 31'ê Adarê pêk bê, diyar bike. 

HDP'ê, di serî de li Amed, Dersim, Şirnex û navçeyên wan li gelek bajaran sindoqên hilbijartina namzedên hevşaredariyê danî. Rêxistina HDP'ê ya Amedê 4 sindoq li navenda bajêr, bi giştî jî ji bo diyarkirina namzedên navçeyan li gelek cihan sindoqên hilbijartinê danîne ku destpêkê namzed ji hêla gel ve bên hilbijartin. Ji bo diyarkirina namzeda/ê navçeya Baglarê li salona Wedat Aydin a li avahiya HDP'ê sindoq hate danîn. Di vê hilbijartinê de 6 jê jin 12 namzed bi hev re di nav pêşbirkê de ne. Di vê sindoqê de wê 514 delege dengê xwe bidin. 

Her wiha wê li navçeyên Sûr, Peyas, Yenîşehîr, Farqîn, Bismil û Licê bi sedan delege bi dengdanê namzedên xwe hilbijêrin. Wê dengdan saet 17.00'î bi dawî bibe û dengên hatine dayin wê bên jimartin. Namzedên ku di vê hilbijartinê de bi ser ketin wê di hilbijartina 31'ê Adarê de bibin namzedên hevşaredariyê yên HDP'ê. 

Wê namzedên navçeyên Pîran, Egîl, Şangûş, Hênê, Hezro, Karaz, Çinar, Erxenî, Pasûr û Çermûgê jî ji hêla rêxistinên navçeyan ve bên diyarkirin. 

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin HDP, wê li navçeyên bajaran din jî bi hilbijartina gel namzedên xwe yên hevşaredariyan diyar bike. 

Rêxistina HDP'ê ya bajarê Êlihê, li Salona Konferansê ya Petrol-Îşê ya Şaxê Êlihê, ji bo diyarkirina namzedên hevşaredariyên xwe, pêşhilbijartin pêk anî. 

Piştî axaftinan, namzedên hevşaredariyên Êlih, Qubîn, Kercews, Heskîf, Hezo û Sasonê, xwe dan nasîn. Piştî danasînê delegeyan deng dan û hilbijartin pêk hatin. 

Bi heman awayî li Dersimê jî ji bo namzediya hevşaredariyan pêşhilbijartin pêk hat. Bernamzedên hevşaredariyê, Endamê Navenda Partiyê ya HDP'ê Cevdet Konak, Serokê Sendîkaya Xizmetê ya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxê Dersimê Nûrşat Yeşîl, Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Dersimê Gurbuz Solmaz, rêveberên HDP'ê yên Dersimê Cemîle Ataş, Alaaddîn Erdogan, Ferhat Yildiz xwe dan naskirin. Piştî danasînê hilbijrtin pêk hat. 

Rêxistina HDP'ê ya bajarê Şirnexê jî ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredarên navçeyên Hezex û Silopiyayê pêşhilbijartin pêk anî. Di serî malbatên şehîdên berxwedana xwerêveberiyê, gelek kes tevlî hilbijartinê bûn.