MXDŞ'ê hişyarî da: Bi navê qanûnan fermanê li Êzidiyan radikin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê hişyarî da û destnîşan kir ku di bin navê qanûnan de niha fermana 75'an li Şengalê tê rakirin. Meclîsê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang li gelê Kurd kir.

Meclîs Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî metirsiya li ser Şengalê ya ji ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê rû da, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî peymana 9'ê Cotmehê ya li ser Şengalê, ku di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hate kirin, xelkê Şengalê ji hingî ve li ser piyane û li ber vê lihevkirinê radibe.

MXDŞ'ê ragihand, ku li gel van çalakiyên girseyî yên xelkê Şengalê, bi navê rêveberî û rûspiyên Şengalê wan bi rayedarên hikumetê, kesayetî, hêzên leşkerî û partiyên Iraqê de hevdîtin kirine û xwestine pirsgirêka li ser Şengalê bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

'AMADEKARIYAN DIKIN KU 10 HEZAR ÇEKDARAN DERBASÎ ŞENGALÊ BIKIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê mixabin tiştê ku li ser erdê tê dîtin ew e ku israr dikin vê peymanê bi cih bînin. Ji bo vê jî amadekariyê dikin ku 10 hezar çekdaran derbasî Şengalê bikin. Em dipirsin; di dema êrişa DAÎŞ'ê de ev hêz li ku bûn? Dema ku şer li dijî DAÎŞ'ê dihate kirin ev hêz li ku bûn?"

'LI DIJÎ ÊRIŞÊN LI SER DESTKETIYÊN GEL, EM Ê MAFÊ XWE YÊ PARASTINA REWA BI KAR BÎNIN'

Meclîsê diyar kir ku niha pêwîstiya Şengalê bi ti hêza leşkerî ya ji derve nîne, ji ber ku Şengal xwedî hêza xwe ya xweparastinê ya ji keç û xortên Şengalê ye.

Di vê der barê de wiha hate gotin: "Ji bo parastina gel û destketiyên gel, em ji raya giştî re radigihînin ku em naxwazin şer çê bibe. Lê belê li hemberî her êrişeke li ser destketiyên xelkê xwe, em ê mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar bînin."

'ARMANCA RASTEQÎN A PEYMANA HEWLÊR-BEXDAYÊ'

Meclîsê di daxuyaniyê de armanca ji vê peymanê wiha rave kir:

"1- Tunekirina îradeya xelkê Êzidî, têkbirina hêzên xweparastinê yên Êzidiyan.
2- Girtina Êzidiyên ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirine.
3- Bi operasyonên li ser malan desteserkirina çekên xweparastinê yên şêniyên Şengalê.
4- Kontrolkirina rêyên navbera bajar, gund, komalgehan, danîna bendên kontrolê û astengkirina çûn û hatina şêniyan.
5- Li gel girtina sînorê Şengalê, dorpêçkirina warên pîroz Çêlmêra, Şêbilqasim Kiçil Laliî û hwd. Bicihkirina hêzên çekdar ên nenas li van herêman.
6- Bi vî rengî Erebên ku destek dan DAÎŞ, bûn sedema revandin, firotin û kuştina Êzidiyan li Şengalê bên vegerandin."

'FERMANA DI BIN NAVÊ QANÛNAN DE'

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ew bicihanîna vê peymanê weke fermana 75'an a li dijî civaka Êzidî dibînin û destnîşan kir ku bi navê qanûnê niha ferman li civaka Êzidî tê rakirin.

Meclîsê ragihand ku tiştên çeteyên DAÎŞ'ê nekarîn bikin, Iraq di bin navê ferzkirina Qanûnê de dixwaze li dijî Êzidiyan pêk bîne û bang li tevahiya aliyên siyasî, hêzên li çar parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd kir ku ji bo parastina Şengalê û civaka Êzidî amade bin.