MXŞD: Yên Şengal diparêzin zarokên me ne

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) bi daxuyaniyekê bersiva Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û da diyarkirin ku ev daxuyanî rê li ber êrîşên vedikin û dixwazin bi rêya daxuyaniyên xwe ewlekariyê Şengalê têk bibin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) li ser daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnaê Mesûr Barzanî daxuyaniyek da.

MXŞD’ê ev got: “Her kes dizane ji bo gelê me carek din rastî hovîtiya dewleta Tirk neyê û hêcet ji bo wan nemîne, piştî pêkanîna ewlehiya herêmê û rêxistinbûna civaka Êzidî gerîlayên PKK'ê ku Êzidî ji qirkirinê parastin di sala 2018'an de li ber çavê hemû cîhanê ji Şengalê vekişiyan.

Binavkirina PKK’ê ya hêzên Şengalê ya ji aliyê rayedarên PDK'ê û taybet herî dawî Mesrûr Barzanî ve em vê yekê ret dikin tu hêzeka PKK'ê li Şengalê nîne, yên ku niha Şengalê diparêzin zarokên Şengalê ne. Di Şengalê de hêzên ewlekariya Îraqê hene.

Ev daxuyaniyên bi zimanê Tirka tên dayîn û rê li ber êrîşên vedikin, dixwazin bi van daxuyaniya ewlehiyê ku li herêmê pêk hatî têk bibin.

Li ser vî esasî em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bersiva van daxuyaniya bi awayekî fermî bide û ji raya giştî re bide eşkerekirin ku kîjan hêz li Şengalê ne û kî Şengalê dipare.

Herî dawî em dibêjin ev daxuyaniyên Mesrûr Barzanî û dewleta Tirk a dagirker ji ber xwe nehatine kirin, lewra em bang li Berzanî dikin dev ji van daxuyaniyê ku xizmeta dijmin dike berdin. Em wek Civaka Êzidî daxuyaniyê bi vî awayî li ser xwe qebûl nakin”.