Muslim: Heke Tirkiye êrîş bike wê têk biçe!

Hevserokê PYD’ê Muslim got ku li Reqayê pêşveçûn didome, dora DAIŞ’ê hatiye girtin û têkiliya DAIŞ’ê ya bi derve re hatiye qutkirin.

Muslim ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya bi ser Efrînê hişyarî da û got, “Heke êrîş bikin, wê têk biçin!”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî pêngava Reqayê, êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê û referandûma li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

‘DORA DAIŞ’Ê HATIYE GIRTIN’

Muslim diyar kir ku li Reqayê pêşveçûn di roja 75’emîn de didome û got, “Pêşveçûn didome, operasyon gelekî baş e, lê ji ber ku sîvîl hene, operasyona hêdî didome. Hin endamên DAIŞ’ê xwe wekî sîvîlan nîşan didin. Kes nizane hejmara sîvîlan çiqas e. Ji ber vê jî operasyon hêdî didome. Lê dora DAIŞ’ê hatiye girtin, têkiliyên wan ên bi derve re hatiye qutkirin. DAIŞ dizane ku li Reqayê têk diçe.”

‘GELÊ KURD WÊ MAFÊN XWE YÊN DEMOKRATÎK BI DEST BIXE’

Muslim têkildarî rewşa Kurdan a li Rojava jî got ku, “Projeya me, projeya Sûriyeya Demokratîk e. Di vê projeyê de tenê Kurd tune, gelên din jî hene. Pergaleke demokratîk tê avakirin û ev proje wê li temamî Sûriyeyê were belavkirin û wê Kurd jî mafên xwe bi dest bixin.”

‘TIRKIYE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE, WÊ TÊK BIÇE’

Muslim plana Tirkiyeyê ya ku dixwaze êrîşî Efrînê jî bike nirxand û got, “Heke êrîş bikin wê têk biçin. Efrîn wê heta dawiyê li ber xwe bide û wê ne kêmî Kobanî be. Jixwe niha li Şehbayê berxwedan didome. Li wê derê jin, ciwan şer dikin. Divê Tirkiye vî tiştî bibîne ku Efrîn ne li hemberî tu kesî ye. 5,6 sal in gulle bera tu aliyan nedaye. Heke êrîşî Efrînê bikin, wê têk biçin.”

‘KONGRE DI NÊZÎKTIRÎN DEMÊ DE DIVÊ WERE PÊKANÎN’

Muslim derbarê xebatên kongreya netewî ku KNK’ê dayî destpêkirin got: ‘’Xebatên kongreya netewî bi teqezî divê berdewam bike û kongre di nêzîktirîn demê de pêk were. Ji ber ku Kurd, gelê Kurd û gelê Kurdistanê di pêvajoyeke pir krîtîk re derbas dibe. Di demên wiha de teqez divê navendeke koordîne, pêkhateyeke ku polîtîkayan çareser bike hebe û divê ev jî Kongreya Netewî ya Kurdistanê be. Divê hemû kêşe werin çareserkirin û bi teqezî ji bo ku temam bibe her çi ji destê me were em bikin.’’

Muslim bi domdarî got li pêş kongreyê du astengî hene û got yek ji van ‘hişmendî’ û yek ji van jî ‘berjewendî’ ye.

Muslim wiha bi nav de çû:

“Ên ku bi hişmendiya wan xirab e dibêjin, ‘Heke hinen dî ne li pey min bin, desteka hin dewletên dî nebe, em ê vê çawa bikin?’ Ango bi xwe ne bawer in, bi gel ne bawer in, mirov bi vîna gelê xwe ne bawer be, hişmendiyeke pir xirab e.’’

Dibêjin, ‘’Heke ez nêzî yekîtiya Kurd bibim an jî polîtîkaya Kurd bişopînim wê berjewendiya min bi filan alî re, bi filan kes re xirab bibe’ Ramaneke wiha heye. Di serê astengên mezin de ev tê. Me li Rojava ev derbas kirine, gel ji xwe bawer dike, hêvî dikim ku ev li  her deverê bibe, bi kêmanî ku li nav partiyên siyasî ev bibe wê hin asteng ji holê rabin. Ango hişmendî û meseleya berjewendiyê, berjewendiyên ku bi hine dî ve hatine girêdan an jî bi der ve hatin girêdan ne garantî ne. Heke bi rastî jî dixwazin berjewendiya te tê de hebe divê ev bi berjewendiya nifşên siberojê, bi berjewendiya gel re hevlayen be. Heke em vê ramanê têk bibin em ê nêzîktirî yekîtiyê bibin.’’

REFERANDÛMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Muslim derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê jî got, “Em ê ji vîna gelê Kurd re hurmetdar bin’ û wiha dom kir: “Ev pirsa navxweyî ya Başûr e. Me her carê gotiye ku em ê ji vîna gelê Kurd ê wir re hurmetdar bin. Lê niha li Başûr pir problem hene. Hin herêm hê bi ser Kurdistanê ve ne an na ne diyar e. Dijmin jî jixwe hazir e û di kemînê de ne, lê dîsa jî em ê her demê ji vîna gelê wir re hurmetdar bin.”