Mûrat ê YNK’ê: Êrîşa li Şengalê li Enqere û Stenbolê hatiye amadekirin

Sekreterê Komîteya Navneda YNK’ê Adil Mûrat anî ziman ku plan li Enqere û Stenbolê hatiye amadekirin û êrîşa li ser Şengalê şermezar kir.

Sekreterê Komîteya Navneda YNK’ê Adil Mûrat, têkildarî êrîşa PDK’ê û AKP’ê ya li ser Şengalê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek da.

Mûrat diyar kir ku êrîşa li Şengalê li Enqere û Stenbolê hatiye amadekirin û dewleta Tirk bi destê çeteyên hevkarên li Başûrê Kurdistanê pêk aniye.

Daxuyaniya Adil Mûrat wiha ye:

“Em vê êrîşa ku bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku li Xanesor a Şengalê hate kirin, bi tundî şermezar dikim. Bila ev baş bê zanin; ev êrîş di avahiya kesên ku dixwazin di nava Kurdan de şerê birakujiyê bide kirin, hatiye amadekirin. Gelê Kurd di ferqa van planên ku li Enqere û Stenbolê hatine amadekirin bi armaca tesfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd a li Bakurê Kurdistanê û Rojava ye. Ji bo vê divê gelê me rê nede şerê Kurdan bi Kurdan bide kuştin.

'GELÊ ŞENGALÊ MAFÊ WAN HEYE NÛNERÊN XWE HILBIJÊRIN'

Pêwîste hemû alî û partî hêza ku bi dehan şehîd dayî û Civaka Êzidî ji destê DAIŞ'ê rizgarkirî bibînin. Ji bo wê pêwîste Gelê Şengalê di hilbijartina nûnerên xwe de azad bin. Li dijî vê kesên ku ji bo gelê Şengalê rondikên direwîn dibarînin pêwîste bizanin ku di nava rojê de li pêş çavê hemû kesê çawe gelê Şengalê hiştin nav lepên faşîzma DAIŞ'ê. Pêwîste ew kes teslimî dadgehê werin kirin û cezayê pêwîst bigrin.

Pêwîste hemû aliyên siyasî yekitiyê ava bikin û berê çekên xwe bidin dijmin. Wek li Mexmur, Kerkûk, Celewla û Kobanê carek din bikin û nehêlin kes me parçe bike û pêwîste em li pêşberî şerê birakujiyê bisekinîn."