Muebeta girankirî û 21 sal ceza li Karataş hate birîn

Di rûniştina îro ya Doza Nisêbînê de muebet girankirî û 21 sal cezayê girtîgehê li Halîl Îbrahîm Karataş hate birîn.

Di rûniştina îro ya Doza Nisêbînê de muebet girankirî û 21 sal cezayê girtîgehê li Halîl Îbrahîm Karataş hate birîn. Karataş ji bo hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de got ku “Heke hevalên me neyên tedawîkirin wê seqet bimînin.”

Di 26’ê Gulana 2016’an de dema ku li Nisêbîna Mêrdînê ‘qedexeya derketina derve’ didomiya 17 jê zarok 70 kes dema ji bajêr derketibûn, doz li wan hatibû vekirin.

Rûniştina doza Mehmet Farûk Engîn, Başer Bawer û Îbrahîm Halîl Karataşê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê de ne, îro hate kirin. Karataş ê ku di roja 9’an a greva birçîbûnê de ye, tevî parêzerê xwe tevlî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 4’emîn bûn.

Karataş di rûniştinê de got ku “Gotina min a dawîn bijî serok Apo ye”. Dadgehê muebeta girankirî û 21 sal cezayê girtîgehê li Karataş birî.

CEZA LI 49 KESAN HATE BIRÎN

Tevî cezayê li Karataş hate birîn, heta niha ceza li 49 kesan hate birîn. Di rûniştinên berê de li Şeyhmûs Koç muebeta girankirî û 28 sal, li Recep Yel muebeta girankirî û 17 sal, li Yasemîn Erkol muebeta girankirî û 10 sal, li Ozgur Sevîm muebeta girankirî û 25 sal, li Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkûrt, Hamît Acûr û Akar Îkbal muebeta girankirî û 15 sal, li Sadik Tan, Îsmaîl Yilmaz, Bayram Sevgîn, Firat Darî, Mazlûm Yaşa, Nûbahar Ozdemîr û Hatîp Oyman muebeta girankirî û 18 sal, li Ercan Dolaşir muebeta girankirî û 10 sal, li Melîs Teksan muebeta girankirî, li Erkan Benlî muebeta girankirî û 20 sal, li Baver Başer û 19 sal, li Mehmet Zirig muebeta girankirî û 17 sal, li Suleyman Goksel Yerdût muebeta girankirî û 15 sal, li Dîlber Tanrikûlû û 26 sal, li Tûfan Îlbaş muebeta girankirî û 27 sal, li Ramazan Eroglû 2 caran muebeta girankirî û 3 sal, li Omer Guner û Farûk Engîn muebeta girankirî û 31 sal, li Resûl Ergun 3 caran muebeta girankirî û 27 sal, li Firat Çîftçî muebeta girankirî û 29 sal, li Oktay Gul muebeta girankirî û 25 sal,li Ferhat Dogan 18 sal, li Nûrûllah Akyuz muebeta girankirî û 26 sal, li Îbrahîm Halîl Ildız muebet û 53 sal, li Enes Taşkin muebet û 18 sal, li Îbrahîm Toktaş jî muebeta girankirî û 15 sal, li Abdulkadîr Baybars jî muebeta girankirî û 26 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Li Şukru Aybek, Hêja Algan, Emre Topçûoglû, Baran Eman, Çeçan Kîlkaya, Dîlan Aslan ên ku dema hatibûn girti temenê wan biçûk jî 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Li Huseyîn Bag 11 sal, li Zehra Kaya 18 sal, li Fatma Aslan 21 sal, li Nûrcan Aslan 25 sal, li Mûrat Gazîoglû 11 sal, li Nûrşen Demîr a dêya 5 zarokan jî 10 sal cezayê girtîgehê hate birîn.