MŞD: Bila Pêşmerge li dijî faşîzma AKP’ê û dagirkeran xwedî helwest bin

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got: ‘’Pêşmergeyên qehreman yên ku di dîrokê de qehremaniya xwe ispat kirine derfetê nedin faşîzma AKP’ê û li dijî dagirkeran xwedî helwest bin’’

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat li ser êrîşa AKP’ê û PDK’ê ya bi ser Êzdiyan daxuyaniyeke nivîskî da û got, AKP û PDK dixwazin fermana 2014’an a ku bi ser neketî, pêk bînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Çeteyên AKP û hevkarê  wê PDK bi dagikirina Sinûnê dixwazin vîn, hebûn û rûmeta gelê Êzîdî binpê bikin. Dixwazin korîdora însanî ya di navbera Şengalê û Rojava de bigirin û planên DAIŞ’ê pêk bînin. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi ser neket, civaka Êzîdî bi tevahî qir nekirin, konsepta dagirkeran pêk nehat, dixwazin vê konseptê pêk bînin.


Bila Êzîdî, gelê Kurd, Pêşmergeyên xwedî şeref, xwedî netew baş bizanibin ku ew êrîş êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ye û MÎT a Tirkan e. Dagirkirina mîna Împratoriya Osmanî ye. Ev ne tesadûfek e ku êrîşa bi ser Minbicê û Şengalê de paralelî hev in. Bila gelê Kurd û Êzîdî vê projeyê baş bixwînin. Bila pêşmergeyên qehreman ku di dîroka Kurdistanê de qehremaniya xwe ispat kirine, vê projeyê baş binirxîne. Ev dagirkeriya wan a bi destê çeteyan ji bo binpêkirina mîrasa gelê Kurd, civaka Êzîdî û binpêkirin û parçekirina Kurdistanê ye.’’

BANGA LI GEL: ‘’ÎRO ROJA XÎRETÊ YE; ÊRÎŞ LI SER RÛMETA ÊZÎDXANÊ YE’

MŞD’ê herî dawî bang li gelê Kurdistanê kir ku li mîrasa xwe xwedî derbikevin, di hemû qadan de şiyar bin û li ser piyan bin û got, ‘’Îro roja seferberiyê ye, îro roja xîretê ye, îro êrîş li ser rûmeta Êzîdxanê ye.’’

BANG LI PÊŞMERGE

MŞD’ê herî dawî li pêşmergeyan kir û wiha got: ‘’Bangawaziya me li pêşmergeyên qehreman e ku di dîrokê de qehremaniya xwe ispat kirine, bila derfetê nedin faşîzma AKP’ê û li dijî dagirkeran xwedî helwest bin. Derfetê nedin wan kesayatiyyan ku ji bo berjewendiyên xwe xaka Kurdistanê radestî dijmin û dagirkeran dikin.’’