Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP), têkildarî pêkanînên qirker ên AKP’ê yên li ser Heskîfê îro daxuyaniyek nivîskî da.
Di destpêk daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em hişmendiya dewleta Tirk a faşîst, nîjatperest û îslamiya siyasal a ku dixwaze Hasno Kifo/Heskîfe/Hasankeyf a xwedî dîrokeke 12.000 salan tine bike şermezar dikin.” her wiha êrîşên hilweşandina gorên gelê Ermenî ya ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Ertemêtan a Wanê ve jî şermezar kirin.
‘DIXWAZIN DÎROKA RÛMETÊ TINE BIKIN’
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Ev pêkanîna herî dawî ya dewleta Tirk a dagirker û Îslama siyasal a li hember Hasno Kîfo yê parçeyek ji pêkanînên qirker ên desthilata AKP’ê ya ji 7’ê Hezîranê û şûnde li dijî gelê me, hêzên demokrat û nirxên mirovahiyê tê pêkanîne. Dewleta Tirk dixwaze bi van pêkanînan dîroka birûmet a mirovahiyê tine bike. Bi hilweşandina vê dîroka mirovahiyê,dixwazin gel bê dîrok bihêlin. Weke MOP’ê; bang li dewleta Tirk, hikûmeta AKP’ê û Erdogan ê dijminê şaristaniyê dikin; destê xwe ji Hasno Kifê vekişînin! Yên ku dixwazin şaristaniyê hilweşînin, wê bi xezeba şaristaniyê rû bi rû bimînin û wê di bin de bifetisin.
Di erdnîgariya Mezopotamyayê de Hasno Kifo dîroka mirovahiyê ye, Xwedîderketina li vê dîrokê; tê wateya seknekî birûmet a li dijî pêkanînên kapitalîst, dagirker, hov û qirkirina dewleta Tirk a xwezayê ye.”
MOP’ê her wiha çalakiyên HDP’ê, rêxistinên civaka sivîl û hunermendan a ji bo Heskîfê jî silav kir.