MOP: Em Seyfo/Qirkirina 1915’an şermezar dikin
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) di sala 102’an de Qirkirina Seyfo şermezar kir û bal kişande ser hişmendiya qirker a AKP’ê.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) di sala 102’an de Qirkirina Seyfo şermezar kir û bal kişande ser hişmendiya qirker a AKP’ê.
MOP’ê ji ber salvegera Seyfo ya 1915’an daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Komara Tirk ji roja ku hatiye damezirandin û heta niha xwedî hişmendiyeke şeht e, xwe li ser yek nîjat, yek dîn, yek ziman û çandê ava kiriye û ji destpêkê ve li dijî hemû gelên din hesabên şaş kirine û hê jî vê şaşîtiyê didomîne. Bi berdewamî hate gotin dewlet Tirk bê şerm û fedî hê jî Seyfo/qirkirina 1995’an înkar dike, ti zemîneke dîrokî ya vê înkarê nîn e lê ji ber tirsa wê ya ji hesabdayinê, tiştên wiha dide pêş ku ji wan pê ve kesek guh nade van îdîayên wan.
‘AKP QIRKIRINÊ DIDOMÎNE’
Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk heta ku li Seyfo ya 1915’an mikur neyê ti caran wê nikaribe demokratîk bibe û pirsa Kurd û gelên din, baweriyên din wê nikaribe çareser bike. Bi domdarî hate gotin Împaratoriya Elman, Hamîdeya Alaylari, Îttîhag Terakkî hevkarê Seyfo a 1915’ê ne, gel, mirovahî û raya giştî van hevkarê sûc nas dike.
MOP’ê bii berdewamî got, AKP vê hişmendiya qirker didomîne, mirovan bi saxî dişewitîne û bi qirkirina siyasî hevserok, wekîlên Kurd digire.
‘SÎSTEMA DEMOKRATÎK A PKK’Ê JEHRKUJ E’
MOP’ê bi domdarî got dewleta Tirk hem bûye bela serê xwe û hem jî bela serê dinyayê, hişmendiya wê ketiye nav çiraveke wiha ji bo ku nêzî rastiyan nebe, pêşiya demokrasiyê bigire her cure polîtîkaya gemarî dike û got: ‘’Şevreşa herî mezin a vê hişmendiyê sîstema demokratîk e a ku bi pêşengiya PYD,YPG’ê li rex wê geş dibe û her wiha hişmendiya sîstema demokratîk a PKK’ê ye ku ferz dike. Dizane ku ev sîstem bi pêş bikeve jehrkuja wê ye. Ji bo vê jî dixwaze Sûriyê, Iraqê dagir bike, tevlîhev bike û kêşeyan girantir bike.’’
‘EM NA NAS NAKIN’
MOP’ê di daxuyaniyê de her wiha bal kişand eser referandûmê û got êdî gel divê xwedî li NA’ya xwe ya rûmetdar derkevin, çalakiyên girseyî li her qadê belav bikin, ‘’Em weke partî li NA’ya gelê xwe xwedî derdikevin, em ERÊ’ya ne meşrû nas nakin.’’
BANGA LI RAYA GITŞÎ YA NETEWÎ
MOP’ê herî dawî bang li dinyayê kir û wiha got: ‘’Em bang li raya giştî ya dinyayê dikin ji bo ku dewleta Tirk li qirkirina/Seyfo ya 1915’an mikur were û kêşeyên xwe yên navxweyî bi rêyên demokrasiyê çareser bike û bi dinyayê re li hev be zextê li ser dewleta Tirk bikin.’’