MLKP-Kurdistan: Wê dagirker têk biçin!

MLKP-Kurdistan êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got “Têkçûna dewleta Tirk a li hemberî gerîla wê bibe qezenca hemû pêşverû, hêzên şoreşger û demokratîk û hemû xizanên Tirkiyeyê.”

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst - Kurdistan (MLKP-Kurdistan) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Nîsanê de êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Gerîlaya Azadiya Kurd bi berxwedaneke mezin êrişên yekem rawestand û pûç kir. Ji Tîrmeha 2015’an û vir ve dagirkerên Tirk bi hemû amûrên xwe yên siyasî, leşkerî, aborî û dîplomatîk, ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd û gerîlayên wê bi tevahî li Bakur, Rojava û Başûrê dest bi êrişan kirin. Ew têk çû û nekarî têkoşîna azadiyê ya Kurd û gerîla têk bibe. Nekarî Şoreşa Rojava ji holê rake. Wî nekarî plana xwe ya hilweşînê bi cih bîne. Di 24’ê Nîsana 2021’an de ji bo desteserkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û tasfiyekirina destkeftiyên Şengal û Mexmûrê, bi piştgiriya NATO û PDK’ê dest bi êrişeke berfireh a leşkerî kir. Armancên hêzên kolonyalîst ên ku digotin dê di nava çend hefteyan de gerîla bêbandor bikin, di gewriya wan de ma. Gerîla destanên berxwedanan nivîsand.

Ev hewldana nû ya dagirkeriyê berdewamiya êrişa 24’ê Nîsanê ya beriya salekê ye. Bi vê êrişa ku armanca wê qutkirina girêdana di navbera qadên gerîla de ye, dixwazin dora Hêzên Azadiya Kurd teng bikin.

Bi vê êrişa dagirkirina herêmên Zap û Metîna re, hêzên dewleta Iraqê êrişî hêzên Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Rojava zêde kirin. Bi hevkariya PDK û dewleta Iraqê dîwar li Şengalê hate lêkirin. Tevî wan û ji hêla dewleta Sûriyê ve ambargoya bi dorpêçkirina Şehba û taxên Kurdan ên li Helebê nîşan dide ku li dijî destkeftiyên Kurdan plana êriş û tasfiyeyê ya giştî ketiye meriyetê.

DYE û hêzên koalîsyonê yên emperyalîst şirîkên vê plana tasfiyeyê ne. Dixwazin bi bêbandorkirina Hêzên Azadiya Kurd destkeftiyên demokratîk ên şoreşgerî yên Kurdan ji holê rakin. Ji ber ku tenê bi vî awayî dikarin li Kurdistanê şirîkên pêbawer ji xwe re peyda bikin ku li gorî berjewendiyên wan bin.

Êrişa dagirkeriyê piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi serokê faşîst Erdogan re dest pê kir. PDK bi lez û bez ji hevkariyê ber bi xeta xiyanetê ve diçe. Rêvebirên PDK'ê ji bo parastina dewlemendiyên xwe yên şexsî destkeftiyên Kurdan ên netewî pêşkêşî kolonyalîstan dikin. Divê ti endamên PDK û xelkê Başûr li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Ger dewleta Tirk Gerîlaya Azadiya Kurd tasfiye bike, ti destkeftiyên li Başûrê ne ewle ne. Dewleta Tirk a kolonyalîst ji bo ku Rêveberiya Kurdistana Federe ji holê rabike û Mûsil û Kerkûkê girêbide, wê tu firsendê ji dest nede. Eşkere ye ku DYE’ya emperyalîst wê guh nede xîreta dewleta Tirk a kolonyalîst ku di dawîyê de hêzeke NATOyê ye û li dijî PDK û Kurdan bi dewleta Tirk re bibe alî.

Êrişa dagirkeriyê ya ku li Zap û Metîna hat destpêkirin, ne tenê ji bo tasfiyekirina tevahî Hêzên Azadiya Kurd e, di heman demê de ji bo tepisandina tevgera girseyî ya demokratîk a li Tirkiyeyê ye û dixwazin potansiyela şoreşgerî ji holê rakin. Ger karker û kedkar ku li Tirkiyeyê di bin birçîbûn, xizanî û betaliyê de dijîn; jin, ciwan û hawirdorparêzên, li dijî vê êrişa dagirkeriyê dengê xwe bilind nekin wê berxwedana wan bi ser nekevin. Berxwedana kedkar û kedkaran, jin, ciwan û ekolojistên li Tirkiyeyê û berxwedana gerîla bi hev ve girêdayî ne. Divê hemû hêzên şoreşger ên demokratîk ên Tirkiyeyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têbikoşin û bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin gerîla. Têkçûna dewleta Tirk a li hemberî gerîla wê bibe qezenca hemû pêşverû, hêzên şoreşger û demokratîk û hemû xizanên Tirkiyeyê. Piştgiriya gerîla tê wateya rawestandina faşîzmê.

Divê hemû Kurd û pêşverûyên cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk a kolonyalîst, emperyalîstên ku pişta wan digirin, desthilatdarên Kurd ên hevkar ku bi hemû hêzên kolonyalîst ên ku Kurdan di bin nîrê kolonyalîzmê de dihêlin her li ku bin mil bi mil li ber xwe bidin û şerê kolonyal rawestinîn. 

Em komunîstên Kurdistanê em ê li her dera em ku lê bin, li dijî dagirkeran ji bo parastina destkeftiyên Kurdan û helwestên demokratîk ên şoreşgerî berxwedanê mezin bikin û Kurdistanê biparêzin.”