Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ragihand ku rejîma Esad bi çavên “dijminahiyê” li wan dinêre û hin aliyên muxalîfan jî wana weke “xayîn” bi nav dikin. Mislim bi bîr xist ku Tirkiye beşdarî Civîna Cenevre bû û hemû biryarên wê pejirand û got; “Ji aliyekî dibêje “ez Arteşa Azad destek dikim”. Ji aliyekî din ji hemû çeteyên nava Sûriyeyê destek dike.” Mislim bal kişand ser xebatên Komîteya Parastina Gel jî û got; “Em nikarin di nava van tevlîheviyan de gelê xwe bê parastin bihêlin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mislim beriya, hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bersiv da pirsên me. Mislim diyar kir ku heta niha tu aloziyek di navbera wan û Artêşa Azad a Sûriyeyê re çênebûye û got ku di nava vê artêşê de gelek beş hene. Mislim got; “Dîsan em amade ne bi wan re danûstadinê bikin”. Mislim xwest Artêşa Azad wan çeteyên bi navê wan tevdigerin aşkere bikin.
Mislim got; “Berî niha wan belovekek derxist, me jî pirsî “gelo we çima ev belavok derxist? Gotin “me li ser xwesteka hinek hêzên Kurd em vê belavoka derxist”. Hurmeta me ji Arteşa Azad ya Sûriyeyê re heye ku ya ji bo parastina Gelê Sûriyê derketiye. Lê ev çetêyên bi ser navê Arteşa Azad tevdigerin divê aşkere bikin.”
Birêz Mislim hatina we ya Herêma Kurdistan di demek pir krîtîk de pêk tê ku rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê her diçe aloztir dibe, amanca hatina we ya Herema Kurdistan ç ye?Li ser vexwendina Serokê Herema Kurdistan em hatin heremê. Kek Mesûd ji bo hinek hevdîtina me vexwend û ev ji bo me pirr pêwîst e. Bê guman di navbera Kurdan de diyalog pirr girîng e. Çi li Başûr be, çi li Rojava be, çi Bakûr, çi li Rojhilat be ev ji bo me Kurdan gelek baş e. Serokê Herema Kurdistan berê pêşmerge bû, ji rewşa Kurdan ne dûr e, pirsgirêkê Kurdan hemûyan dizane, em ê nêrîna wan guhdar bikin û em ê nêrînê xwe bi wan re parve bikin. Ji gelê Başûrê Kurdistan jî me ji nêzîk ve nas bike ev derfeteke mezin e.
Li derveyê Sûriye ji bo krîza Sûriyê çareser bibe hewldan hene û hûn jî herî dawî beşdarî civîna Qahîreyê bûn. Di wê civînê çi bû? Kurdan çima civîn boykot kir?Em wek Kurdan di nava Encumena Kordînasyona Demokratîk de cihê xwe digirin. Ev civîna bi carek nebû, demeke amadekarî ji bo wê tê kirin. Berî niha me dawetî civîna Stenbolê kirin. Em wek PYD hinek hassiyetê me hebûn. Em wiha hizir dikin ku tiştên di bin kontrola AKP û Erdogan bin, dê ne di berjevendiyê Kurdan de be. Li wir komîteyekî amadekar avakirin. Em jî agahdar bûn ku di nava dê komîteyê de cîh neda me. Me bihîst li Qahîre jî amadekarî hene ji bo kongreyê. Lê em çar kes ji Kordinasyona Encumenê çûn Qahîre. Komîteya amadekar hinek belgeyan amade kiribûn. Ku wan Encumena Neteweyî ya Sûriye dixwestin me qet beşdarî vê civîna nekin. Lê me hinek bi zorê xwe xist nava ew civînê. Me dikarî di amadekirina belgeyan de mafên Kurdan yên destûrî têxin nava ev belgeyan. Du belge hatin amadekirin. Yek; dema guhertina Sûriyeyê dê çawa be. Du; piştî guhertinê hevpeymaniyekî civakî bû. Lê vir kî çi ye û çawa ye dihat diyarkirin. Dema me belgeyê amade kir bi navê gelê Kurd pênaseya Kurdan dihat kirin. Dîsan di belgeya duwemîn de naskirinekî destûrî ji bo Kurdan dihat kirin. Li vir mafê Kurdan yên siyaset, ziman hwd. hebûn.
JI PEJIRANDINA KURDAN RE NE AMADE NE
Dema Kongre dest pê kir nêrînên Ereban yên cûda derketin. Him wek hêzên Kurdan him ji Encumenê Demokratik niyeta me pir baş bû, hebûnê Kurdan di makezagonê de dihat pejirandin, Kurd û Ereb wek bira dijîn. Li ser vê bingehê me li hev kir. Her tişt di kongreyê de guherî. Hinek rabûn gotin “Kurd tune ne”, hineka got “hûn cûdaxwazin”, hineka got “hûn dixwazin parçe bikin”, hineka got “tiştên hûn dixwazin pir in”. Li vir hate xuyakirin ku zîhniyeta hêzên Ereban heta niha jî ji bo hebûna Kurdan bipejinrîne amade nîne. Me wek PYD berî niha jî wan tiştan digot. Heta di nava Encumena Kordînasyona Demokratîk de jî hebûna Kurdan dipejirînin, lê ger ji destê wan jî bê dibe ku li dijî wê hebûnê derkevin. Heta niha jî em têkoşînekî dijwar didin.
Dema hat pejirandina belgayen li vir xuyabû ku belgeya me wek komîteya amadekar amade kirine guhertine, hebûna Kurdan wek “gelê Kurd” rakirine. Ev jî hebûna Kurdan wek gelek nepejirandin. Ji bo belgeya duyem ya makezagon jî gotin “me nikarîbû temam bikin em ê vê jî di kongreya din de temam bikin.” Ev demek ne diyar e. Me van tiştan nepejiran û wek hemû hêzên Kurdan Kongrê boykot kir. Li ser hinek navbênkaran em vegeriyan.Wwan got “li ser Kurdan paragraf amade bikin, em ê wê têxin nava belgeyê”. Me jî got temam. Me paragrafek amade kir, dawî me temaşe kir ev jî guhertine.
Yanî hûn dibêjin Kongreya Qahîrê de nijadperestiye Ereb derket pêş?Ev 60 sal e nêrînên şovenîst ketiye mejiyê Netewa Ereb û bi taybet Sûriyeyê. Ez dikarim bêjim heta 2004 serhildana Qamişlo jî gelek kesên Ereb nizabûn Kurd hene. Çima? Rejîm reşkirinekî bi rê ve dibir. Yên hebûn jî wek penaber bi nav dikir. Xuyaye ev zîhniyeta heta niha jî dewam dike. Hinek kes dixwazin dijberiya Kurdan bikin, Ereban li paş xwe kom bikin. Berê niha digotin “Îsraîl dijmin e,” Niha hinek dijminê din divên, ew kî ne Kurd in. Dixwazin li ser dijminiya Kurdan yekîtiya Ereban li Sûriyeyê çêbikin. Ger em jî xwe bi Ereban baş nedin naskirin, dibe ev politikaya encamek pirr nebaş li gel xwe bîne. Niha em li ser birayatiya gelan xebatê xwe dimeşînin. Li gel cihan em û Ereb bi hev re dijîn, li bajarê Rojava em cîran in. Em wek PYD ji hemû hêzên di nava Sûriyeyê de zêdetir dixwazin biratiya gelen çêbibe. Guhertina zîhniyeta Eraban jî barê sûtiyê me ye.
HIKÛMETA DEMKÎ PÊŞNIYARA ME BÛ
Li Cenevre berî niha civînek pêk hat û biryar hate dayîn ku li Sûriyê hikumetek demkî bê avakirin. Bi ya we ev hikumeta dê rolek çawa bilîze?Civîna Cenevre pir rastiya nade xuyakirin. Wekî hûn jî dizanin Plana Kofî Annan hebûn. Ev ji hinek merheleyan pêk dihat û merhela herî dawî jî avakirina hikumetekî demkî ji bo derbasbûna “demokrasiyê” bû. Civîna Cenevre serrastkirina plana Kofî Anan bû. Me berê plana Kofî Anan pejirandibû. Yên nexwestin bimeşînin hêzên din bûn. Ev avakirian hikumeta demkî pêşniyarê me bû. Me xwestibû avakarê hikumetê jî hêzên dijberên rejîmê pêk bê. Erka destûrî jî di dê destê ev hikumetê de be. Ger te erka destûrî da hikumetê wê demê hebûna Esad bê wate dibe û mayîn û nemana wî jî nabe pirsgirêk. Lê em hinek guhertinan dixwazin. Berî her tiştî agirbest, meseleya ragihandinê, şûnde kişandina hêzên çekdar, piştî wê dê hikumeta bê avakirin. Dîsan ligel plana Anan, em hinek guhertinê dixwazin.
REJÎM BI ÇAVÊ DIJMINAN LI ME DINÊRE, ÇEKDAR JÎ DIBÊJIN “XAYÎN”
Li dijî partiya we gelek propangan hene ku hûn destek didin rejîmê. Bi taybet dewleta Tirk ev propagandaya sîstematik dike. Çima li dijî we dijwariyekî wiha heye?Niha hûn herin cem rejîmê bi çavê dijmin li me dinêre. Çima? Çinkî em li gel şoreşa Sûriyeyê ne. Ger hûn biçin gel yên şerê çekdarî dikin bêjin dê bêjin “ew xayîn in”, ji ber ku em li dijî rejîmê şerê çekdarî nakin, mirovan nakujin. Niha em li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê polîtîkayek serbixwe dimeşînin. Ev rastî jî em xetekî sêyemîn ji ber wê hêzên dixwazin me bikişinin aliyê, dema nabin aliyê wan me li ser yên dijberê xwe hesap dikin. Em jî dîrokên gelek dersan derxistiye. Çi dema em bê nasnameya xwe beşdarî şerek bûne, em bûne çekdarê hinekên din. Em bûne leşkerê wan hêzan, me ji bo wan hert iştî kiriye û dawî jî komkujî bûne pare me. Dema şoreşa Sûriyeyê dest pê kir di 18 adarê de gotin “şoreşekî aştiyan e.” Me jî got em li gel şoreşê ne. Me ji hemû hêzan zêdertir xwîn jî rijandiye. Şoreşa me ji 2004’an de dewam dike. Kurdan 12 adara 2004’an heta niha yek roj bê berxwedan derbas nekiriye.
ŞER BI DILÊ REJÎMÊ BÛ
Çi hat guhertin ku şoreşa bi aşitî veguherî şer?Şoreş destpêkê bi dûrişma Azadî û Demokrasî dest pê kir. Em jî li gel bûn. Lê hinek hêz destê xwe xistin nava şoreşê û renge wê guhertin. Ji aliyê me ve şoreşê bi rengekî çekdarî şaştiya herî mezin bû. Rejîmê jixwe dixwest şoreş vebiguhere vî rengî. Li ser qada demokratîk tu çiqas şer bikî dewlet dixusire. Ji ber ne saha wê ye. Ger tu şoreşê bikişînî warê kuştinê, zordariyê, dewlet bi salan xwe li ser vê perwerde kiriye. Ji bo ji aliyê leşkerî bi ser bikevî, dibe tu jê qewîntir bî, lê niha rewşek wiha nîne. Dema me Encumena Kordînasyona Demokratîk (Heyet Tensîk) ava kir, me biryarek wiha da “ger şoreş bikişe nave şerekî çekdarî dê şoreş wenda bike”. Li vir aliyê baş heta niha me herêmên Kurdan ji wî şerê çekdarî dûr xist.
Lê gelê me ji bo rejîm biguhere her roj xwepêşandane li dar dixe. ev ji bo naskirinê Kurdan jî pirr baş bû. Çinkî Kurd bi rengê xwe derketin qadan û dê bi rengê xwe derbikevin qadan. Niha ji me re dibêjin “bila em şoreş bikin dawiyê em ê dawî mafê Kurdan jî nîqaş bikin”. Em jî dibêjin “na ger tişt hebe niha divê diyar be”. Lê siyaseta me meşandiye pirr kes jê nerehet bûn. Ji ber ku ku ne di berjevendiyê wan de bû. Ji ber me gelê xwe parast. Destpêkê ev hêzên dixwestin herêmên Kurdistan jî bikin qada xwînê û hêzên dixwestin Kurdan bixapînin û ji bo berjewendiyê xwe bi kar bînin ji vê rewşê pirr aciz bûn. Rejîm jî li dijî me ye.
EM NIKARIN KURDAN BÊ PARASTIN BIHÊLIN
Ev demeke Hêzên Parastina Gel xebatên xwe li Rojavayê Kurdistan dikin. Gelek hêzên Kurdî jî li dijî van hêzan e. Hûn ji bo vê yekê çi dibêjin?Niha divê em tiştek aşkere bêjin ku li Sûriyeyê şerek heye û divê Kurd xwe biparêzin. Ev hêzan heta niha li Heleb, Efrîn, Kobanê û gelek cihên gel parastine û nehiştine şer derbasî nava Kurdan bibe. Niha li Sûriyeyê guhertinek, heye em naxwazin ji vê guhertinê bêpar bimînin. Yan din jî; di warê pêkanînê de amadekariyê xwe dikin. Yek jê jî ev parastinên xweser ên ku li her gundan, navçeyan xwe diparêzin. Ev him perwerdeya gel e, dê xwe çawa biparêze, him jî sistemek ava dikin. Ev jî li kêfa geleka nayê. Bangawaziya me ji hemû hêzên Kurdan heye ku hûn çi dikarin werin bikin û hûn jî beşdar bibin. Em nikarin di nava van tevlîheviyan heremên Kurdan bê parastin bihêlin.
ARTÊŞA AZAD A SÛRIYEYÊ NE PARÇEYEK TENÊ YE
Sedemê ev tevlîheviyên vê dema dawî li Rojavayê Kurdistan rû didin çi ne? Herî dawî bûyerek li Efrînê rû da…Berî her tiştî Arteşa Sûriyeyê arteşek yek destî nîne. Ji gelek navendan tê revebirin. Hinek kes hene ji arteşa Sûriyeyê reviyane û çûne hinek hêzên çekdar avakirine. Ev jî sê beş in. Ev hinek ji wan li Tirkiye ne. ger MÎT’a Tirkan rê nede kes nikare wan bibîne. Yanî temsîla yekdestî nîne. Hinek ji wan Birayanê Misilman in, hinek ji wan Selefîne ev jî beşdarî vê hêzê bûne. Dîsan em amade ne bi wan re danûstadinê bikin. Lê gelek çete derketine bi navê Arteşê Azad. Wana şelandinê dikin, rêyan qut dikin, mirovan ji bo pereyan direvînin, gel didin ber gulleyan. Tu karê vana li gel Artêşê Azad tune ye. Heta niha Arteşa Azad ya bi rastî şer dike, heta niha tu carî dijminatiya me nekirye. Berî niha wan belovekek derxist, me jî pirsî “gelo we çima ev belavok derxist? Gotin “me li ser xwesteka hinek hêzên Kurd em vê belavoka derxist”. Hurmeta me ji Arteşa Azad ya Sûriyeyê re heye ku ya ji bo parastina Gelê Sûriyê derketiye. Lê ev çetêyên bi ser navê Arteşa Azad tevdigerin divê aşkere bikin.
TIRKIYE ÇETEYÊN NAVA SÛRIYE DESTEK DIKE
Rola Dewletên heremê dinav krîza heye çawaye?Niha Îran li gel rejîmê ye.Ev diyar û rejîm çi jê dixwaze her tiştî dide. Siûdî heye, heta dawî bi pereyan û çekan piştgirî dide muxalefetê. Qetar dîsan wiha. Ya Tirkiyeyê hinek cûda ye. Tirkiye durûtiyek pirr mezin dike. Heta niha aşkere nebûye. Tirkiye li Cenevre amade bû û hemû biryarê hatine girtin pejirand. Lê din li aliyê din jî tiştên cûda dike. Ji aliyekî dibêje “ez Arteşa Azad destek dikim”. Ji aliyekî din ji hemû çeteyên nava Sûriyeyê destek dike. Armacê xwe jî astengkirina pirsgirêka Kurd e. Hinek dibêjin “çima tu li ser Tirkiyeyê û AKP diaxivî”. Ji ber ku destê Tirkiyeyê di nava mala me de ye. Niha dibe em bi zelalî bi bizanin ku Tirkiyeyê ti çara naxwaze demokrasî bê Sûriyeyê û tu caran xwaze Kurd li vir mafek bi dest bixin. Ev Kongreya Qatarê jî Tirkiye û Qatar nexwestin encamek bi dest bixin. Li em hêvî dikin ku ev siyaseta ya ne baş bi serê gelê Tirkiyeyê neteqe.
Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku ji aliyê navdewletî de tê pejirandin, çi qas aligirên wê di nava Sûriyeyê de heye?Niha em nabêjin li derve gelê Sûriyeyê tune ye. Lê dema konferansek wek ya Qahîre çêdibe dibe herî kêm ji sedî 80 kesên niha di nava Sûriyeyê de dijîn, beşdar bibûna. Lê wiha nebû. Ji sedî 30 hebûnek kesên niha di nava Sûriyeyê de dijîn hebûn. Niha Meclîs Watanî ji ber NATO li pişta wêye rewabûnek stendiye. Lê rastî wiha nîne. Hebûna wê ya nav Sûriyeyê pirr kêm e. Niha ji Siûdî Erebîstan pirr ne li xemê ye ku demokrasî li Sûriyeyê çêbibe. Ger li xema wê be, bila demokrasi lî gel xwe çêbike.
AKP PIŞTGIRÎ DIDE HIN KURDAN
Hûn mala Kurd çawa dibînin?Em wek partî ne girêdayî tu hêzekî navdewletî ne. Ji ber em maf û berjevendiyên gelê xwe esas digrin. Li dijî me şerek dijwar heye. Li Rojavayê Kurdistanê stratejîkî me heye. Em gelê xwe diparêzin, mafê gelê xwe ji her tiştî bilind digirin û li gel şoreşa demokratîk ya Sûriyê ne. Ev jî li kêfa gelêk hêzan nayê. Di destpêkê de li kêfa Kurdên berjewendiyê xwe di hêzên derve de dibînin û mejiyê xwe desthilatdar in nayê. Hinek hene wiha hizir dikin ku ew li gel Meclîs Wetanî bin, dê beşek ji desthilatiyê bigihêje wan jî. Ev niha şerê me dikin. Em li gora îradeye gelê xwe tevdigerin. Niha AKP’ê ku dijminê hemû Kurdane, piştgiriya hinek hêzên Kurdan dike. Bi vî rengî dihile ev jî li dijî me kar bikin. niha em aşkere bêjin li Kirikhanê navendek çêkirin, bes ev hêzan li dijî me xebatek reş kirine bi rê ve dibin. Em hêvî dikin ragihandina Kurd berî her tiştî rastiyan bide û li gorî ev navendin bi destê Tirkiyê hatine avakirin weşanan nekin.
NAVBERA ME Û ESNK’Ê BAŞ E
Herî dawî peymanek bi 7 xalan dinavbera partiyên Kurdan hate îmzekirin. Têkiliyên partiyên Kurdan li Rojava çawa ye?Ji 2004’an heta niha em ji bo yekîtiya Kurdan li Rojava çêbibe çi ji destê me hatiye me kiriye. Piştî aloziyên li Sûriyeyê dest pê kir jî dewam kir. Lê hinek partiyên zîhniyeta wan desthilatdar, hinek partiyên naxwazin deskeftiyên Kurdan hebin gelek alozî ji bo yekîtiya Kurdan dexistin. Ew rabûn xwe dan aliyekî, lê heta niha partiyên ji bo berjewendiyên Kurdan tevdigerin têkiliyên me ji hev qut nebûne. Bi Encumenê Niştimanî Kurdî ya Sûriyeyê têkiliyê me gelek baş e. Hevpeymanek me heye. Em dixwazin ev hevpeyman di pratîkê de pêk bê û tev pêk bên. Niha tu piştî Peyman hate îmzakirin rabî bêjî “ez xala yek û dudiyan pêk nayînim, ez ê yên din pêk bînim nabe.” Em nikarin bêjin bila hêzên parastina xweser bila nebin û şûna wan wala bimînin, ev nabe, were tu jî beşdarî ev hêzan bibe. Bila dîplomasiya me yek be. Bila li beramberî Sûriyê yek polîtîkakî me hebe. Yanî bila polîtîkakî hevbeş hebe. Niha em dizanin hinek hêzên me hene têkiliyê xwe bi hinek dewletan re hene ev hebûna Kurdan napejirînin.
Rola Herêma Kurdistanê çi ye?Herêma Kurdistan ya me hemuya ne. Serokê Heram Kurdistan Kek Mesûd jî rolek wî yê giring heye. Dîrokek xwe heye. Bê guman dixwaze rolek pirr erênî bilîze. Em pirr spasiya wî dikin ku bi alîkariya wî li hevpeymanek hate morkirin. Lê heta niha pêk nehatiye ev ne kêmasiyê wî ye. Ev kêmasî yên hêzênn îmze kirine. Em wek partî heta gotinên xweş dibîhîsin. Ez hêvîdar im hevdîtinê me yên vir jî bandoriyek baş li ser yekîtiya Kurdan bike.