'Mirov neçar dimînin ku ji ser sergo xwarinê kom bikin'

Amediyan qalê kirin, bê krîza aboriyê û bihabûn bandoreke çawa li wan dike û gotin, gelek mirov neçar dimînin ku ji ser sergo xwarinê kom bikin, gelek jî nikarin nan jî bibin malê.

Polîtîkayên şer ên tifaqa AKP-MHP'ê li tevahiya Tirkiyeyê krîza aboriyê giran dike û bandoreke giran li Kurdistanê dike. Amedî dibêjin ku êdî li bazarê neçar in bi baldarî tiştan bikin, tiştên ku îro dikarin bikirin dibe ku sibe nikaribin wan jî bikirin.

Bazarên li taxan li gorî marketan hinekî din erzan e, lê tevî vê yekê jî mirov di kirînê de zehmetiyan dikişînin.

'EM ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?'

Îrfan Emînoglû ku li bazarê dezgehdariyê dike, anî ziman ku mirov êdî mîna berê nikarin xwe têr bikin û got, "Buhayê her tiştî bi sê, çar qatî zêde bûye. Welê li me nehatiye ku nikarin kar bikin, ji ber ku hêza kirînê ya mirovan kêm bûye. Ya balkêş ew e ku li hemberî vê rewşê îtirazeke mezin jî nîne. Tişta ku doh bi lîreyekê dihate kirîn niha bi 5 lîreyî ye. Kîloyê kîsikên di destê min de berê bi 12 lîreyî bû, niha bûye 35 lîreyî. Em rojane 100 lîreyî didin kîsikan. Dezgehê bi 400 lîreyî didin vekirin. Em wesayitê bi kar tînin, lîtreyek mazotê bûye 22 lîre. Di vî halî de em çawa kar bikin, çawa debara xwe bikin?"

'BI BUHAYÊ BERÊ EM NIKARIN BIKIRIN'

Medîne Aslan jî diyar kir ku ew hatine bazarê, lê ji ber buhabûnê nikare tiştekî bikire. Medîne Aslan got, "Mirov êdî mahf bûye. Em hewl didin bi mûçeyê teqawîtiyê yê ji 2 hezar û 500 lîreyî debara xwe bikin, lê têrê nake. Fatûyreên gaz, elektrîk, av, bazar; mûçe têra tiştekî nake. Buha mîna xwe nemîne, timî zêde dibe. Sibehê mirov radibe dixwaze tiştekî bikire, lê belê tu dibîne ku buhayê wê li gorî doh bi du qatî zêde bûye. Em çi bêjin jî ew bi ya xwe dikin. Mîna berê nikarin xwe têr bikin. Êdî gotin jî nemaye ku bê gotin."

'DIVÊ EM WESAYITÊ NEXEBITÎNIN Û PROTESTO BIKIN'

Azîz Kaya ragaihand ku buhayê sotemeniyê bandorê li tevahiya civakê dike, bi taybetî jî li dikandaran û got, "Her roj zêde dibe. Heta ku derê wê bi vî rengî dewam bike? Ji ber vî buhahî kes nikare bikire. Mirov bi zorê debara xwe dikin. Kîloyek xiyar bûye 15 lîre. Mirov çawa debara xwe bike? Mûçeyê kêmtirîn kirine 4 hezar û 250 lîre, lê belê ji ber vî buhayî di nava du rojan de diqede. Bila ew mûçeyê kêmtirîn jî jê re be. Ew pere bi kêrî me nayê. Berê min bi 100 kîloyî berhem difirot, niha ancax 50 kîloyî difiroşim. Nîvî nîvî kêm bûye. Ji min bê ez ê wesayitê rawestînim û bêdem protesto bikim. Bila kes li wesayitan siwar nebin, tiştekî nekirin bê ew buhabûn sererast dibe yan na?"

'EM DI NAVA XIZANIYÊ DE NE'

Zumrete Ûyam got, ji xwe ew nikarin tiştekî bikirin, mirov bêkar in, di nava xizaniyê de ne û wiha dewam kir, "Em bi 100 lîreyî diçin bazarê, lê belê bêyî ku karibin tiştekî bikirin vedigerin malê. Berê em bi 50 lîreyî diçûn me kîsikê xwe dadigirt. Dibe ku em ne birçî ne, lê belê mîna berê em nikarin tiştên dixwazin bibin malê. Koliya hêkan beriya hefteyekê bi 30 lîreyî bû, niha bûye 40 lîreyî. Her tişt gelekî buha bûye. Bêkarî jî zêde bûye. Êdî her kes di nava xizaniyê de ye. Ev ne tenê li gel me bi vî rengî ye, li tevahiya cîhanê heye."

'MIROV BIRÇÎ RADIZÊN'

Nûrûllah Esen jî diyar kir ku ew bi zorê ji hala fêkî û zebzeyan alavana dikire û qala zor û zehmetiya dikandariyê kir, "Li milet binerin, perîşan bûne, mahf bûne. Ev buhabûn zerarê dide her kesî. Mirov bi vê buhabûnê çawa karibe debara xwe bike? Êdî nikarin kirêya xwe jî bidin ku karibin li bazarê tiştekî bikire? Mirov birçî radizê. Neçar dimînin ku ji ser sergo tiştekî kom bikin. Em dixwazin ku ev krîza aborî êdî biqede."

'JIYAN GELEKÎ BUHA YE'

Esma Guçlu ragihand ku êdî her tişt gelekî buha ye, aborî mîna berê nîne û got, "Şêhnkahî beriya niha bi lîreyekê bû, niha bûye 3.5 lîreyî. Di vê rewşê de barê xizanan girantir dibe, bandor li dewlemendan nabe. Ji vê derê bang li Erdogan dikim; êdî bes e. Buhayê kêm bikin. Jiyan gelekî buha bûye. Dema ku em diçin marketan nikarin tiştekî bikirin. Bila Xwedê alî me bike. Berê baştir bû, her tişt erzan bû. Rûnê ji 5 lîreyî bi 33 lîreyî bû, lê ji nişka ve bûye 170-180 lîreyî. Di nava van şert û mercan de xizan nikare debara xwe bike."

'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'

Mehmetşah Urgut jî ragihand ku ew neçar e nan bibe malê û got, "Kîloyek firingî bûye 12 lîre. Ez kîloyekê bikirim têrê nake, zêdeyî kîloyekê jî nikarim bikirim. Em di nava krîz û buhabûnê de ne. Mirov dawî li jiyana xwe bînin ji vê rewşê baştir e. Buhayê kîsek ard bûye 400 lîreyî. Nifûsa li malê 6 kes e, kîsek ard herî zêde 10 rojan têra me dike. Em êdî bi zorê debara xwe dikin. Her roj buha zêde dibe."

'BILA EV DEWLET NEBE'

Îlhamî Tayar jî diyar kir ku berê mirovan 5 qezenç dikir, niha 3 qezenç dike, lê belê mesref gelekî zêde bûye û got, "Debar êdî hêsan nîne. Rewşa dikandaran niha gelekî zehmet e. Divê dewlet dest biavêje van şert û mercan lê wê nake. Doh Erdogan tevlî merasîma vekirina pirekê bûbû. Qaşo vê ji bo gel dike, lê belê buhayê derbasbûna ji pirê 200 lîre ye. Ev gel ji birçîbûnê zor û zehmetiyê dikişîne, lê ew li mala xwe her tiştî dixwin, bi rehetî radizên. Ev dewlet bila nebe. Ez jê re nabêjim dewlet."