Mînîbûsa karkerên werzane qeza kir: 30 kes birîndar bûn
Mînîbûsa karkerên werzî li Amedê qelibî, 30 kes birîndar bûn.
Mînîbûsa karkerên werzî li Amedê qelibî, 30 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin girtin, mînîbûsa karkerên werzî yên ji Amedê ber bi Orduyê ve ketin rê di rê de qelibî.
Qeza li Taxa Abali ya navçeya Licê pêk hat.
Li gorî agahiyên destpêkê 30 kes birîndar bûne. Birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.
Hate ragihandin ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.