Milîtaneke evîndara azadiyê: Şehîd Raperîn Reşîd

Raperîn Reşîd ku heta kêliya dawî derbên giran li dijmin xist û tevlî karwanê şehîdan bû, ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bû sembola ked û durustiyê.

RAPERÎN REŞÎD

Şervana YPJ'ê Raperîn Reşîd di salvegera 9'emîn a şehadeta xwe de ji aliyê malbata xwe ve li Edeneyê hate bîranîn.

Hasret Aydogan ji malbateke welatparêz a ji Sêrtê li bajarê Edeneyê ji dayik bû, bi çanda Botanê mezin bû. Herêma Botanê di dîroka têkoşîna azadiyê de her tim bi roleke girîng rabû. Ev yek jî bû sedem ku Hasret Aydogan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hasret Aydogan ku di nava lêgerîna jiyaneke bi wate de bû, armancek danî ber xwe û di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku bû gerîlaya YJA Starê navê Raperîn Reşîd li xwe kir. Êdî armanca xwe ya esasî misogerkirina azadiya jinan, azadiya gelê Kurd bû. Li ser vê bingehê ji bo têkoşîna xwe xurt bike li her qadê bi rengekî çalak tevlî nava jiyanê bû. Gerîlaya YJA Starê Raperîn li çiyayên Kurdistanê herî zêde kete bin bandora jiyana gerîlayên jin.

Ji bo karibe bibe şervana leheng û fedakar a gelê xwe ji her alî ve xwe bi pêş ve bir, gerîlayên şehîd ên ku sembola azadiyê ne nas kir û xeta wan ji xwe re kir esas. Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Efrînê, di sala 2015'an de weke şervaneke YPJ'ê berê xwe da Efrînê. Raperîn Reşîd li hemberî êrîşên dijminê dagirker bi lehengî şer kir û di 13'ê Adara 2015'an de tevlî karwanê şehîdan bû.

Nasnav: Raperîn Reşîd
Nav paşnav: Hasret Aydogan
Dayik-Bav: Kadriye-Alî
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dema jidayikbûnê: 1995
Dema tevlîbûnê: 2012
Dema şehadetê: 2015