Milîsên Alî Çîçek ên HBDH'ê li otoparkeke qeyûm çalakî kirin

Milîsên Alî Çîçek ên HBDH'ê li otoparka qeyûm a li Şirnexê çalakî kirin. Du kepçe, qemyonek û kepçeyek bi palet îmha kirin.

Milîsên Alî Çîçek ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) gotin, "Şeva 1'ê Îlonê me li Şirnexê li parka qeyûm xistin. Bi molotofan me êrîş birin ser otoparkê ku gelek makîneyên kar ên şaredariya qeyûm lê bûn. Di encama çalakiya me de du kepçe, qemyonek û kepçeyeke bi palet bi temamî îmha bûn."

Milîsên HBDH'ê ragihand ku wan çalakî ji bo bîranîna gerîlayê HPG'ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) kirine, ku cenazeyê wî di nava qutiyekê de radestî malbata wî hatibû kirin.