Mihemed: Divê ti kes li ber tecrîda li Îmraliyê bêdeng nemîne
Rojnamevan-nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Şivan Mihemed komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Her kesê xwedî wijdan divê li pêşberî pêkanînên li Îmraliyê bêdeng nemîne."
ANF
SILÊMANÎ
pêncşem, 16 reşemiyê 2017, 09:10
Mihemed da zanîn, ji destpêka komployê û vir ve, PKK her xurt dibe û dibe xwedî derketiyan. Mihemed destnîşan kir, ku bi kongreya neteweyî re wê hemû destketiyên Kurdan bên ewlekirin.
Mihemed nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got, "Divê mirov bi rengekî vekirî vê komployê şermezar bikin. Pêwîste her mirov bi awayekî azad karibin bi mafên xwe yên bingehîn bijîn. Ev li zîndanê jî derbasdar e. Qanûnên navneteweyî hene, lazim e li gorî van qanûnan tevbigerin. Lewma pêkanînên ku îro li ser Birêz Ocalan tên ferzkirin, ne yên qebûlkirinê ne."
'HER KESÊ XWEDÎ WIJDAN NIKARE LI BER ŞERT Û MERCÊN ÎMRALIYÊ BÊDENG BIMÎNE'
Şivan Mihemed bal kişand ser tecrîda li Îmraliylê û destnîşan kir, ev yke binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan e.
Mihemed got, "Her kesê xwedî wijdan, divê li pêşberî van pêkanînên li dijî Ocalan û girtiyên din, bêdeng nemîne. 8 hezar HDP'yî bi îdîaya 'PKK'yî ne' hatine girtin. Ev tiştekî bê qebûlkirin nîne. Tirkiye bi vî rengî kirine zîndaneke mezin."
Mihemed anî ziman, siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan, ji destpêkê ve pê daye windakirin û diyar kir, eger dewleta Tirk bi rengekî rast û demokratîk têkiliyê bi Kurdên li Bakurê Kurdistanê re deyne, wê li herêmê bibe hêzeke super. Mihemed got, di rewşeke berevajî de, eger dijminatiya xwe ya li gel, rêber û tevgera Kurd bidomîne, wê pirsgirêkan girantir bike.
'PKK MEZINTIR BÛ'
Rojnamevan-nivîskar Şivan Mihemed wiha dewam kir: "Piştî ku Birêz Ocalan hat girtin, PKK biçûk nebû û ne qediya. Berevajî, hê mezintir bû. Têkoşîna Kurdan a li Bakurê Kurdistanê mezintir bû. HDP'ê di hilbijartinê de 80 parlamenter bi dest xist. Rastiya Rojava jî li pêş çavan e. Lewma hemû hêzên siyasî yên hewld idin pirsgirêkê bi şîdetê çareser bikin, wê têk biçin, tesfiye bibin. Zext û şîdetê, Birêz Ocalan ji rewşa beriya bê girtin mezintir kiriye. Îro li gelemperiya cîhanê hê bêhtir tê naskirin. Tevgera Kurd jî li her cihî mezin bû, xurt bû." Mihemed destnîşan kir, ku ya ji niha û pê ve li ser Kurdan ferz e; yekîtiya neteweyî ya li ser bingeha kongreya neteweyî ya Kurd e.
Mihemed işaret bi girîngiya kongreya neteweyî ji bo Kurdan kir û got, "Kongreya Neteweyî ya Kurd, bi qasî azadkirina Ocalan, wêp êşî li çareseriya pirsgirêkan jî veke. Ji ber ku hem Kurd hem jî herêm tev di nava pêvajoyeke guhertinê de ne. Ev pêvajoya guhertinê tevî ku derfetên mezin dide Kurdan, di heman demê de xeteriyên mezin jî bi xwe re tîne. Eger Kurd bibin yek, wê ji van derfetan sûdê webigirin. Ji ber vê yekê pêkhatina kongreya neteweyî, kombûna li dora pîvanên hevpar û parastina nirxên çar parçeyan, berpirsyariya sereke ya hemû hêzên siyasî ye.
Kurd niha nikarin kongreyê pêk bînin. Ji ber ku ji derve ve astengiyên bi vî rengî yên dewletên Tirk û Îranê hene. Ji ber tirsa ji destdana desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê PDK'ê, her wiha YNK'ê xwe nedan ber xebateke bi vî rengî. Eger kongre wê bê lidarxistin, lazim e ev partî helwesta xwe bi awayekî vekirî eşkere bikin. Bi taybetî têkiliyên PDK'ê yên bi AKP'ê re li pêşiya vê asteng e. AKP li pêşiya kongre û yekîtiya neteweyî ya Kurdan astengiya herî mezin e. Ya ku pêşî li kongreyê digire, ne tenê têkiliyên siyasî yên PDK-AKP'ê ne, di heman demê de têkiliyên ewlekarî û aboriyê jî li pêşiya vê asteng e. Ya rast, van her du partiyan qedera xwe bi hev ve girê dane."
'DIVÊ BI RÊYA KONFERANSAN KONGRE WERE LIDARXISTIN'
Mihemed destnîşan kir, ku li her herêman konferans dikarin werin lidarxistin û bi vê rêyê kongreya neteweyî pêk were.
Mihemed da zanîn, KNK di vî warî de dikare bi rola pêşengiyê rabe û got, "Ji ber vê yekê, lazim e hemû hêzên li çar parçeyên Kurdistanê, ji bo kombûna kongreya neteweyî hîn bêhtir bikevin nava hewldanan."