'Mezlûman ti carî li ber zilmê serî netewandine'

Parlamenterê berê yê HDP'ê Dr. Remzî Ozgokçe diyar kir ku AKP bi girtin, binçavkirin û îxracan darbeyan didomîne û got, mezlûm her tim li ber zilmê rabûn e.

Bi du biryarnameyên nû yên di hikmê qanûnê de, parlementerê berê yê HDP'ê yê Wanê Dr. Remzî Ozgokçe ji kar hatibû  îxraçkirin. Ozgokçe diyar kir ku li Tirkiyeyê ji 12’ê Îlona 1980’an û vir de derbe li ser hev pêk tên û got, AKP bi girtin, binçavkirin û îxraçan her roj derbeyan dibare dike.

'AKP DARBEYÊ LI CIVAKÊ DIKE'

Ozgokçe da zanîn ku ji avabûna komarê û vir li Tirkiyeyê darbe li pey hev hatine kirin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê ji ber ku her roj dîrok xwe dubare dike, em hemû dizanin li pey hev wê çi biqewime. Tirkiye ne xerîbê darbeyan e û her roj darbe li pey hev tên kirin. Tiştên niha li Kurdistanê jî pêk tê hemû parçeyek ji darbeya AKP'ê ye. AKP li dijî nivîskar, rojnamevan, siyasetmevanan û karkeran darbeyê dike û her roj bi hikmê qanûnên nû welatiyên Tirkiyeyê mexdûr dike. Bi van kiryaran dixwazin vegerin rojên xwe yên berê û bi vê boneyê li dijî civakê darbeyê pêk tînin."

'DIXWAZIN CIVAKÊ HEWCEYÎ XWE BIKIN'

Ozgokçe bal kişand ser kiryarên di 12’Îlona 1980’an de pêk hatine û wiha pê de çû: "Di sala 80’iyan de welatî dihatin qetilkirin, kuştin, binçavkirin û ji kar dihatin derxistin. Di sala 2017’an de jî sala 1980’an xwe dubare dike. Li Tirkiyeyê herdem kedkar û xebatkar bûne hedefa dewletê. Ji xwe dema mirov li Tirkiyeyê Kurd û Elewî be ev zext du qat zêde dibe. Dewlet karkeran li hember xwe dibine û bi qanûnên vale wan ji kar dur dixe. Dewlet bi îxraç û derxistinan dixwaze civaka Kurdistan û Tirkiyê bi xwe ve bide girêdan û wan neçarî xwe bike. Lê belê ti demê mezlûman li dijî zilmê serî netewandiye û her demê li ber xwe dane."

'DIROK JI NÛVE HATE NIVÎSANDIN'

Ozgokçe anî ziman ku ji 7’ê Hezîrana 2015’an û vir de AKP’ê li dijî gelê Kurd şerekî taybet daye destpêkirin û wiha got: "Gelê Kurd di 7’ê Hezîranê de dîroka berxwedanê ji nû ve nivîsand. AKP a ku dît gel xwe bi rêxistin dike û êdî Kurd ne Kurdên berê ne, bi hemû hêza xwe êrîşî qadên Kurdan kirin û xwest Kurdistanê li gel teng bike. Ji xwe piştî şerê li dijî gelê Kurd negiha mirada xwe, bi lîstikên cuda xwestin derbeyê pêk bînin û qonaxa şerê li dijî Kurdan xistin qonaxek din. Bi vî şerî ve girêdayî tevahiya civaka Tirkiyeyê bû hedefa AKP’ê."

OZGOKÇE KÎ YE?

Dr. Remzî Ozgokçe di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji Wanê hatibû hilbijartin. Ozgokçe li navçeya Artemêtan a Wanê li navendeke tenduristiyê bijîkî dikir û herî dawî bi biryarnameya hikmê qanûnê de hate îxrackirin.