Mexmûriyan li dijî 'ambargoyê' serlêdan kirin

Rêveberiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur), li hemberî ambargoya li ser wargehê ku ev 16 roje dom dike, bi daxwaznameyekê serî li parlamentoyên Iraq û Herêma Kurdistanê da.

Piştî ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê berpirsekî MÎT’ê ya Tirkiyeyê hat kuştin, rêya Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Hewlêrê jî, hat girtin. Ji ber girtina rê ku ji aliyê asayîşa PDK’ê di 18’ê Tîrmehê de hat destpêkirin, gelê wargehê nikare pêdiviyên xwê yên jiyanî, tenduristî û hwd. pêk bînin. Her wiha gelek kesên li Hewlêrê kar dikin jî, nikarin biçin karê xwe.

Li ser astengiyan rêveberiya wargehê ket nav hewldana ku rê bê vekirin û xwest bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan pêk bîne. Lê hemû hewldanên wan bê encam man û nekarîn xwe bigihînin rayedaran.

Herî dawiyê li nava wargehê şandeyek hat avakirin, ku li ser ambargoyê bi rayedarên Hewlêrê û hikûmeta Herêmê re hevdîtinan pêk bîne, lê rêya şandeyê nehat dayîn ku derbasî Hewlêrê bibe.

Li ser vê yekê şandeyê daxwazên xwe bi awayekî nivîskî ji parlamentoyên Iraq û Herêma Kurdistanê re şandin. Di daxwaznameyê de ji parlamentoyan tê xwestin ku li hemberî ambargo û bombebarana dewleta Tirk ên li ser wargehê helwest bê nîşandan. Her wiha hat xwestin ku ev ambargo bê rakirin.

Daxwaznameya ku li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê hatiye amadekirin, bi rêya rewşenbîrên ku dijî dagirkeriyê kampanya dabû destpêkirin, radestî herdu parlamentoyan hat kirin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak têkildarî mijarê zanyarî dan û xwest ku astengiyên li pêşiya wargehê bên rakirin.

Heta niha bersiva daxwaznameyê nehatiye dayîn û rêyên wargehê jî hîn girtî ne.