Mexmûriyan got: Bijî berxwedana Şengalê

Şêniyên Mexmûrê ji bo Şengalê meşek girseyî lidarxistin û bi yekdengî got; “Bijî berxwedana Şengalê.”

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo Şengalê rabû serpêyan.

Meş saet 15:00’an li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna çalakvanên greva birçîbûnê destpê kir û heta ber deriyê Netewên Yekbûyî (NY) dom kir.

Di meşê de pankarta bi nivîsa  “Xwedî li Şengalê derkeve, fermana 74’ê erê neke” û al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KJK û KCK hatin bilindkirin. Bê navaber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Li pêşiya avahiya NY’yê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan Elî Urek daxuyanî da.

Urek berxwedana gelê Êzidî ya li dijî zilm û komployên silav kir û destnîşan kir ku ew bi wan re ne.

Urek bal kişande ser metirsiyên li ser Şengalê û diyar kir ku yên ji bo serweriya hikûmeta navendî ya Iraqê metirsiyê çêdikin ne YBŞ û ne gelê Şengalê ye, dewleta Tirk a dagirker e. Urek got: “Em bang dikin ku leşkerên dewleta Tirk ji axa Iraqê bên derxistin.”

Urek îşaret bi biratiya di navbera gel û baweriyên li Iraqê bi hev re dijîn kir û wiha pêde çû: “Iraq bi xwe mûzeyek ya mirovahiyê ye, têde Ereb, Kurd, Tirkmen û gelek neteweyên din hene. Ev biratiya ku bi salane heyî bila neyê xirabkirin.”

Urek bang li hikûmeta Iraqê kir ku neyê lîstokên dewleta Tirk û li gorî berjewendiyên PDK’ê tevnegere û got: “Peymana ku di 9’ê Cotmehê li ser Şengalê hatî girtin, em dizanin ku di 9’ê Cotmehê de li ser Rêberê me komployek dan destpêkirin, em wê dibînin ku dewleta Tirk dixwaze şerê Kurd û Ereb derxîne, dijminahiya Kurd û Ereb pêş bixîne. Lê em wek gelê Kurd û wek gelê ku xwe li ser fikra Rêbertî xwe rêxistinkirî em nayên vê leyîstokê û em hêvîdarîn ku hikumeta Iraqê jî neyê vê leyîstokê.”

Herî dawî Urek got: “Bijî berxwedana Şengal, Bijî berxwedana YBŞ, Bijî berxwedana YJŞ û Bijî Rêber Apo.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

Piştre li ser navê wargehê şandeyek ji rûsipiyan çûn navçeya Mexmûrê û bi Midûrê Ewlehiyê Muqedem Omer re hevdîtinek pêk anî û name û dosyayek ji wêneyên pêkanînên dijmirovî yên dewleta Tirk, DAÎŞ û PDK’ê pêşkêşkirin.

Piştî hevdîtinê û şûnde li ser navê şandeyê Hazim Kar ragihand ku wan li ser navê wargehê dosyayek ya ji name û wêneyên pêkanînên dijîmirovî ên dewleta Tirk, DAÎŞ û PDK’ê pêk tê, pêşkêşî Midurê Ewlehiyê Muqedem Omer kirin.

Kar hevdîtin erênî nirxand û got ku Omer ji wan re gotiye ku ew ê roja şemiyê wê dosyayê bigihijîne wezareta pêywendîdar.