Xelkê Mexmûrê Fermandar Fazil Botan bi bîr anî

Mexmûriyan Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Fazil Botan bi merasîmek girseyî bi bîr anîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) ku di 15’ê Hezîrana 2022’an de, li Ewropayê şehîd bû, bi merasîmek girseyî hat bîranîn.

Merasîma bîranînê li saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêgirtina ji bo tevahî giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd hat xwedin.

Piştre li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Fazil Botan, Cîgirê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan axivî.

Rûbar Îlhan di destpêka axaftina xwe de şehîdên Kurdistanê hemû di kesayeta Fermandar Fazil Botan de bi bîr anî û wiha got: “Ger em îro dikarin wek Kurd, li hember cîhanê xwe îfade bikîn bi saya şehîdên mîna heval Fazil û rêhevalên wî ne. Em nikarin kar û keda heval Fazil bînin ser ziman, em deyndarê tevahî şehîdên xwe ne. Heval Fazil di nava hemû bê derfetiyan de karî xwe û hevalê xwe bi têkoşînek bê hempa bide jiyankirin. Îro rêhevalên Şehîd Fazil di tunelan de çok li dijmin didin tewandin. Em soz didin heval Fazil û rêhevalên wî, em ê heta dawî şopdarên rêya we bin.”

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.