Mexmûriyan êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê şermezar kirin.

Îro dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafirên şer êrîşî Şengalê kir û li sûka kevn ya Şengalê wesayîtek kir hedef û di êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birzêyê wî şehîd bûn û 3 kesên din birîndar bûn. Sazî û rêxistinên Kurdan piştî êrîşê ji bo xwedî li civaka Êzidî yê Şengalê derkevin û ew êrîşa dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin banga çalakiyan li Kurdistaniyan kirin.

Şêniyên Mexmûrê jî di vê çarçoveyê de bertekên xwe bi daxuyaniyekê anîn ziman û êrîş şermezar kirin.

Îro êvarê şêniyên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan daxuyanî da. Kaçan diyar kir, “Îro di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li navenda Şengalê Fermandar Seîd Hesen û birazêyê wî  tevlî karwanê şehîdan bûn. Seîd Hesen wek pêşengê civaka Ezidî di sala 1990’an heta niha li pey paradîgmaya Rêber Apo ji bo yekbûna gelê Êzidî tekoşiya û xebitî. Eger îro civaka Êzidî hatiye parastin, ev bi saya keda Rêber Apo û fermandarên wek heval Seîd Hesen pêk hatiye. Seîd Hesen yek ji fermandarên ku 2014’an li hemberî DAÎŞ’ê serê xwe netewand û dest ji Şengalê berneda. Em li hemberî hemû şehîdên 74 Fermanan bejna xwe ditewînin û wan şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Serketin ya gelê Şengalê ye. Serkeftin ya YBŞ’ê ye. Em silav û hezkirinên gelê wargehê ji bo wan dişînin. Em dewleta Tirk û hevkarê wî PDK’ê şermezar dikin.”

Merasîma daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Şengalê” bi dawî bû.