Mexmûrî: PDK bi vê rêgirtinê hevkariya dewleta Tirk dike

Şêniyên Mexmûrê ku PDK’ê ev 15 roj in rê li wan girtiye, nerazîbûna xwe ya li dijî PDK’ê anîn ziman û diyar kirin ku bi vê yekê hevkariya dijmin dikin.

Piştî kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kose yê 17’ê Tîrmehê ya li restoranta Hoqqbaz a Hewlêr a Başûrê Kurdistanê PDK’ê rê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr girt. Ev bû 15 roj in ku PDK nexweş û karker jî di nav de liv û tevgera Mexmûriyan asteng dike.

Tevî hemû astengiyan jî me berê xwe da Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr û em li nava gel geriyan û me pirsa rewşa wan û jiyana wan çawa dibore kir. Di gera xwe de me gelek mijar û rojevên ku derewên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi destê dewleta Tirk a dagirker li serê penaberan bihîst.

Mexmûrî ew mirov in ku penaberên siyasî ne û ji ber zilma dagirkeriyê sala 1990’î ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne û piştî çend wargehan herî dawî sala 1998’an li sînorê Iraqê li devera Mexmûrê bi cih bûne.

Em li nava gel geriya û me guh dan wan û jiyana wan a piştî rêgirtina ji aliyê PDK’ê ve.

Ciwanê dikandar ê bi navê Serhat Tok diyar kir ku jiyana wan li ser rêya Hewlêr e û da xuyakirin ku ji ber girtina rê nikarin di erefeya Cejna Qurbanê de biçin Hewlêr kelûpelan ji bo cejnê bikirin û got: “Em karker in, karê me hemû karê dest û kargehan e. Bi girtina rê re hemû jiyan ditevize.”

‘DEWLETA TIRK BI KURDAN ZILMÊ LI KURDAN DIDE KIRIN’

Tok li ser girtina rê ya ji aliyê PDK’ê ve jî ev got: “Dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’ê jiyanê li me biherimîne û tengav bike. PDK bi xwe Kurd e û bi dest dijmin zilmê li Kurdan dike.” Her wiha bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Başûrê Kurdstanê jî û wiha dom kir: “Ev lîstokeke ya dijmin e û dixwaze Kurdan bi Kurdan bide qetilkirin. Her çendî xaka Başûrê Kurdistanê di bin serweriya PDK’ê de ye lê hiştiye ku dijmin îro dagir dike. Li gel dijmin ferqa me nake. Îro li me dike sibe dora wan e. Îro PDK rê li me digire, sibe Tirk wê rê li wan bigire. Îro debara me ya jiyanê li ser Hewlêr û Başûrê Kurdistanê ye, heman demê debara Başûr jî li ser Tirkiyeyê ye.”

‘BI KÊFÎ RÊ LI ME GIRTINE’

Welatiyê bi navê Sebrî Tunç ê beytar bal kişand ser dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr a bi destê PDK’ê û got: “Dewleta Tirk bi destê gelek alî û rêxistinên siyasî yên Başûr xaka Kurdistanê dagir dike. Li ber vê jî gelek alî bêdeng in.” Sebrî Tunç diyar kir ku PDK’ê rê li wan girtiye û gelek nexweş û karker hene nikarin biçin kar û barên xwe. Tunç got: “Ev helwestekî kêfî ya PDK’ê li ser xelkê Mexmûrê dike ye. Ev ne nêzîkatiyeke yê Kurdbûnê ye.”

‘EV HEVKARIYA DEWLETA TIRK E’

Welatiyeke din ê Mexmûrê Nesret Îke diyar kir ku di aliyê jiyanê de rewşa wan xirab bûye. Nesret da xuyakirin ku bi vê rêgirtinê ya li ser penaberan didin nîşandan ku hevkarên Tirkiyeyê ne û wiha pêde çû: “Eger ku ne heval û hevkarên Tirkiyeyê ba wê rê li penaberan negirtiba. Ev yek dikev xizmeta Erdogan û dewleta Tirk. ”

Nesret li ser hebûna gerîla ya ku her gavê Tirk dikin hicet jî got: “Tiştekî wiha tine ku gerîla li nava gel be. Ev kampeke siyasî ya penaberan e. Gotinên tên kirin şaş in û derveyî rastiyê ne. Em bi xwe parstina xwe dikin û rêveberiya xwe dikin.”

Nesret diyar kir ku her roja diçe dorpêça li ser wan dişide, ne diyare bê ka wê kengê ev dorpêç bidome.

‘TI HINCETEK JI BO RÊ GIRTINÊ NEHATIYE NÎŞANDAN’

Dayika bi navê Cemîle Kara jî diyar kir ku jiyana li nava wargehê li gorî berê hinek din nexweş bûye û da xuyakirin ku dewleta Tirk bê ku bêjin jin, zarok bombe li wan dibarîne. Cemîle Kara bi domdarî got: “Bombeya li sivîlan dibarînin. Ev kes ne mirov in.” Dayika Cemîle Kara bal kişand ser girtina rê û diyar kir ku piştî girtina rê jiyan rawestiya ye û got: “Heta niha ti hinceket ji bo girtina rê nehatiye nîşandan, ya dixuyê tenê girtina rê ye. Rê ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin.”

‘RÊGIRTIN JI BO NEZANÎNA KURD E’

Li ser pirsa ma hûn ne Kurdin çima rê ji aliyê aliyek Kurdî ve hatiye girtin dayik Cemîle Kara ev got: “Belê, em Kurd in. Rêgirtin ji ber nezanîna Kurd e. Ev alî nafikirin ku bêjin, ev jî Kurdin yên li ber me disekinin dijmine. Başeke Kurdan dide aliyek û alîgiriya dewleta Tirk dike.”

‘DIXWAZIN ME BIFETISÎNIN’

Cemîle Kara got: “Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em heqiya dinê dixwazin. Em jî dixwazin weke civakên cîhanê bijîn. Mixabin ew jiyan bi destê me nakeve. Em li vir asê mane. Bi vê helwestê dixwazin vî gelî li vir bifetisînin. Çi gunehê zarokan hene. Ew dibin qûrbanê şer. Êdî cihek nemaye ku em bera wê biçin. Ma heta kengê em ê penaber bin. Em diçin kû her neheqî û zilim li me tê kirin.”

‘EM PENABERIN, NEXWEŞ HENE MAFÊ WAN NÎNIN KU RÊBIGIRIN’

Dayikek din a bi navê Fatma Reşîd da xuyakirin ku PDK ji ber bûyera li Hewlêrê ew sûcdarkiriye ji bo wê rê li wan girtiye û got: “Bi vê rêgirtinê jiyana wan nexweş bûye. Nexweş hene nikarin biçin nexweşxaneyê. Dayika Fatma “Mafê wan nîne ku rê bigirin, em li vir welatiyên penaber in. Em bi karên xwe ve mijûl in û me heqê kesê ji dest negirtiye. Ya tê kirin zilm e.”

‘JI BER GIRTINA RÊ PITIKA DAYIKA DUCANÎ MIR’

Dr. Medya ku keseke bi eslê xwe Elman e bi dildarî karê tenduristiyê ji bo penaberan dike jî diyar kir ku ev rêgirtin herî zêde yek ji qada bandor kirî nexweş in. Dr. Medya anî ziman ku ji bo dermankirina nexweşan dermanê me nebû me xwest bigirin, lê li benda kontrolê ya PDK’ê rê nehate dayîn ku bikeve wargehê. Dr. Meya got: “Hinek rewşên giran hene me nikarin li vir derman bikin divê bişînin nexweşxaneyên bajar û ew jî niha me nikarin. Nexweşek me hebû ku giran bû rewşa wî ji bo em rakin nexweşxaneyê asayîşê rê neda, hata ku rewşa wî pir xeter bû nû rê dan. Her wiha dayikeke du canî dema ji bo zaroka wê bê dinê me xwest bişînin nexwşexaneyê dîsa asayîşê rê neda. Tevî bi saetan li ber derê asayîşê ma lê rê nehate dayîn ku bibin nexweşxaneyê. Li ser vê yekê zaroka dayikê mir. Ev yek der mirovî û ne exlaqî ne. Ev yek nayê pejirandin.

Her wiha Dr. Medya diyar kir ku di warê derman de jî anî ziman ku ger rewş wiha dom bike wê pirsgirêkên cidî yên wan derbikevin.

‘JIYAN LI MEXMÛR HATIYE TENGKIRIN’

Herî dawî jî Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak jî axivî û got: “Ev rêgirtin tê wateya ambargoyê. Ev geleke sivîl û penaber e. Ji xwe ji ber rewşa wê ya erdnîgarî jiyan li vir pir zehemt, nexasim deriyeke jiyanê lê hebe ew jî bêgirtin hê nexweştir dibe. Ji xwendar, nexweş bigre heta karkeran nikarin ji wargehê dervikevin. Jiyan li welatiyên Mexmûrê hatiye tengkirin.” Bûdak anî ziman ku gel di hedefa êrîşan de ye, ger ku êrîşek pêk were wê ew birînar çawa bên veguhestin an wê rewşa gel bikeve di çi astê de, nediyare. Dîsa wê kî ji vê berpirs be nediyar e? ev hemû pirsin ku li benda bersivê ya ji aliyê peywendîdar ve ne bê bersivdayin.”