Mexmûr û Şengal: Heta tecrîd bişkê em ê li ber xwe bidin

Li Mexmûr û Şengalê çalakiyên greva biçîbûnê didomin. Çalakvan dibêjin, "Heta tecrîd bişkê em ê li ber xwe bidin."

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, li dijî tecrîdê dest pê kir di roja 37'an de ye.

Li Mexmûrê îro piştî daxuyaniyekê koma 13'an çalakî dewr girt. 

Çalakvana greva birçîbûnê Evîn Tayboga got, "Bi salan e Rêber APO li zindana Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de tên ragirtin. Ji bo şkandina vê tecrîdê gelê Kurd û dostên xwe divê derkevin qadan û li her qadê berxwedanê bilind bikin.

Ji bo şkandina tecrîdê li gelek qadan çalakî didomin. Wê çalakiyên li Mexmûrê jî heta ku tecrîd bê şkandin bidomin."

Li Şengalê jî çalakî didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Xanesorê ya Şengalê dest pê kir, kete roja 16'an. Îro Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Ciwanên Jin ên Êzidî (YCJÊ) çalakî dewr girtin.

Çalakî roj bi roj mezin û berfireh dibe. Gelek kes û kesayetî û nûnerên saziyan beşdarî çalakiyan dibin.