Metirsî ji ser bendava Tebqayê radibe; jeneratorek gihîşt herêmê
Bendava Firatê (Tebqa) ku ji ber top û hawanên çeteyên DAIŞ'ê beşeke wê zerar dîtiye, bi şandina jeneratoreke mezin a elektrîkê, ewle dibe.
Bendava Firatê (Tebqa) ku ji ber top û hawanên çeteyên DAIŞ'ê beşeke wê zerar dîtiye, bi şandina jeneratoreke mezin a elektrîkê, ewle dibe.
Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarin li ber Pêngava Xezeba Firatê bisekinin, bi top û hawanan li bendava Firatê (Tebqa) xistin û zerar dan bendavê.
Ji bo metirsiya li ser bendava Firatê bê rakirin, jeneratoreke mezin ku wê elektrîkê bide bendavê gihîşt herêmê.
Endezyaran ji ANF'ê re ragihandin, ku ev jeneratora bi rêya Heyva Sor a Sûrî hatiye anîn, wê metirsiya li ser bendavê rake.
Di nava ewlekariya QSD'ê de, endezyar niha li ser kar dikin ku bi rêya jeneratorê elektrîkê bidin bendavê û bi vî rengî metirsiya li ser bendavê rakin.
Di vê kêliyê de jî çeteyên DAIŞ'ê top û hawanan davêjin bendavê û hewl didin pêşî li karê endezyaran bigire.