Mêtingeriya Tirk navê kolanên Wanê diguherîne

Li Wanê di rojên dawî de navê kolan û kuçeyan tên guhertin. Bi taybetî navên "Artêş", "Emniyet", "Girtîgeh", Osman Çavûş" li kolanên navçeya Rêya Armûşê tên kirin.

Qeyûmên Tirk û burokrasiya ewlekariyê ya ser bi wan ve, ku di mehên dawî de bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ketin nava liv û tevgerê, fermana 'milîkirin'ê ya Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan dixin meriyetê.

Sembolên Tirk-Îslamî yên ku ti eleqeya xwe bi rewşa çandî û dîrokî ya li Wanê nîne, weke nav li kolanan tê kirin. Kolanên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi navên "Emniyet, Artêş, Girtîgeh, Meçhûl Asker, Osman Çavûş û Şeyh Şamîl" hatine gemarîkirin. Ev nav tevî hejmara li hemû kolanan hatine kirin.

Parlamenterên Wanê yên HDP'ê Lezgîn Botan û Bedîa Ozgokçe Ertan ev kiryar ji ANF'ê re nirxandin.

OZGOKÇE: DEWLET HIŞÊ XWE LI SER HERÊMÊ FERZ DIKE

Parlamentera Wanê ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir, ku hewl tê dayin hiş û bîra gelê Kurd bê jêbirin û got, "Guhertina navê kolan, kuçe û gundan, polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn e. Navê kolanan divê balê bikişîne ser hiş û dîroka wî bajarî. Nav nasnameya wî bajarî ye, pêwendiya xwe bi dîroka wî bajarî re heye. Lê belê ev navên hatine lêkirin, li polîtîkaya ewlekarîparêz a dewletê tên. Nûkirina hişê înkar û tinekirinê yê 100 salî ye. Hewl tê dayin hişê rasteqîn bê jêbirin û li şûna wê hişê dewletê bê bicihkirin. Wê sembolên hêzên dewletê yên weke qereqol, leşker û çek bikeve hişê mirovan. Ji ber ku nêzîkatiya dewletê ya li Kurdan her tim bi çekê bûye, ev yek li kolanan jî tê dîtin. Hilweşandina bîrdariyên Roboskî, Ehmedê Xanî, Orhan Dogan û Ûgûr Kaymaz, beşek ji vê polîtîkayê ye."

ZEYDANOGLÛ: TRAVMAYÊ NÛ DIKIN

Li gorî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû, hiş û bîra nasnameyê ya ku bi têkoşîna 40 salî afirî, dixwazin tine bikin û li şûna wê polîtîkaya komkujî û asîmîlasyonê ya dewletê bi cih bikin. Zeydangolû destnîşan kir, ku ji bo travmya anîn serê gelê Kurd her tim di hiş û mejiyê mirovan de bihêlin, bi zanebûn navê leşker û qereqolan li kolanan hatiye kirin.

BOTAN: QEYÛM KOMÎSERÊ REJÎMÊ NE

Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Lezgîn Botan jî anî ziman, qeyûm wekîlê ji rêzê yê serokê şaredariyan nîne û ji bo polîtîkaya salên 1930 ji nû ve li bajarên Kurdan bixin meriyetê, tevdigerin. Botan diyar kir, dewlet Tirk a bi rêveberiya şefê 'Tirkperest û Sûnî' Erdogan, karmendên xwe yên weke qeyûm bi cih kiriye, wezîfeya 'komîseriyê' daye wan û got, "Va ye mînaka dawî tê dîtin. Waliyê ku nû hatiye tayînkirin, weke karê destpêkê 108 kes li Wanê da binçavikrin. Bi zanebûnpolîtîkayeke nîjadperest-mîlîtarîst bi cih tê anîn. Navên li kolan û zikakên Wanê hatine kirin jî encama vê ye."

QIRKIRIN LI SER KURDAN TÊ FERZKIRIN

Botan ragihand, hewl tê dayin ku komkujî her tim di hişê Kurdan de bê hiştin, çoyê dewletê her tim li ser serê giran bigerînin û got, "Ev ferzkirina nîjadperest-mîlîtarîst di heman demê de operasyona qirkirina çandî ye. Lê divê ev jî neyê jibîrkirin; ev encama bêçaretiyê ye. Ev rêbazên ku di salên 1930'î de bi ser neketin, di serdema heyî de qet bi ser nakevin."

Botan bêdengiya rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê rexne kir û ji wan xwest ku di vî warî de bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Serokê Çev-Derê Alî Kalçik jî ragihand, ya ku hatiye kirin bêhurmetiyeke mezin e û got, "Çandeke me heye; alimên me, helbestvanên me, hunermendên me hene. Bi zexta li ser dînamîkên bajê re dixwazin tine bikin. Rêbareke mîlîtarîst e ku hewl dide serweriya xwe, otorîteya xwe pêk bîne."