Mesûtoglû dest bi greva birçîbûnê kir

Şerîf Mesûtoglû yê ku 2 caran cezayê miebetê lê hatî birîn dest bi greva birçîbûnê kir.

Qeymeqam Mûhammed Fatîh Safîturk weke qeyûm ji bo Şaredariya Dêrik a Mêrdînê hatibû tayînkirin. Li meqamê Safîturk bombeya ku berê hatibû danîn teqîya û Safîturk mir. Têkildarî mirina Safîturk Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglu hatibû girtin û doz lê hatibû vekirin. Di dozê de 2 caran cezayê miebet û 18 sal cezayê girtîgehê li Mesûtoglû hatibû birin. Mesûtoglû li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Mesûtoglû yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Siwêreta Rihayê girtî ji bo protestokirina cezayê 23’ê Cotmehê dest bi greva birçîbûnê kir û diyar bû Mesûtoglû biryar daye ku dernekeve hevdîtinan.

BERIYA NIHA BEDENA XWE DABÛ BER AGIR

Mesûtoglû dema ku rûniştina berê ya dozê de dema ku bi SEGBİS’ê îfade dida bi gotina ‘Li Tirkiyeyê edalet nîne, ez ji vê bê edaletiyê re serî natewînim’ bedena xwe dabû ber agir.