‘Helwesta Mesrûr Barzanî dagirkeriya Tirk rewa dike’

Komîteya Têkiliya Karên Derve ya KCK’ê anî ziman, dixwazin çalakiyên protestoyî yên li Başûrê Kurdistanê bidin nîşandan ku ji aliyê wan ve tê kirin û got: “Yên vê propagandayê dikin bi zanabûn gel li ber hev sor dikin, dibe sedemê kûrkirina aloziyan."

Komîteya Karê Derve ya KCK'ê têkilî nirxandina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, ''Mesrûr Barzanî di eynî daxuyaniya çapemeniyê de berxwedana bi lehengî ya PKK'ê li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dide jî berevajî kiriye û ev berxwedan reş kiriye. Ev helwesta Mesrûr Barzanî ku qet behsa dewleta Tirk nekirî, ku beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, tenê dagirkeriya Tirk rewa dike û domdar dike. ''

Komîteya Karê Derve yê KCK'ê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: ''Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya çapemeniyê de ya duh rastiya gelek rûdanan berevajî kiriye. 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êrîş bi ser Şengalê de anî, PDK ya ku gelê Êzîdî neparastî û terk kirî, 9'ê Cotmehê bi hikûmeta Iraqê re bi peymana ku danî dîsa talokeyeke aniye ser gelê Êzîdî.

Tevgera PKK'ê ku dema DAÎŞ'ê êrîş anî, alîkarî bi gelê Êzîdî re kirî û ew ji qirkirinê xilas kirin, piştî ku hatin rewşa ku berevaniyê li xwe bikin û xwe rê ve birin, Tebaxa 2018'an bi fermî vekişiyaye. Hemû cîhanê ji çapemeniyê ev vekişandin dîtiye û bûye şahidê vê. Lê PDK û dewleta Tirk tim berevajî propaganda dike, xwerêveberî û xweberevaniya gelê wir krîmînalîze kir û êrîş birin ser.

Xwerêberin û berevaniya gelê Êzîdî ku heta niha 74 Ferman lê rabûne heqekî sereke ye. Gelê Şengalê xweparastin û xweseriyê dixwaze ku bi yasayên Iraqê hatiye mîsogerkirin. Me jî ev heqê meşrû biheq destek kir û em ê destekê bidin. Gelê Şengalê peymana Hewlêr-Bexdayê ya 9'ê Cotmehê weke helkefteke dijî vê nirxand û ev 2 meh in çalakiyan dike, dixwaze peyman were kişandin. Lê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniya duh dîsa Şengal kiriye hedef. Xweseriya Şengalê ne dijî xweseriya Kurdistanê û yasayên Iraqê ye. Berevajî, wan xurt dike.

Mesrûr Barzanî di eynî daxuyaniya çapemeniyê de berxwedana bi lehengî ya PKK'ê li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dide jî berevajî kiriye û ev berxwedan reş kiriye. Ev helwesta Mesrûr Barzanî ku qet behsa dewleta Tirk nekirî, ku beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, tenê dagirkeriya Tirk rewa dike û domdar dike. Em careke dî diyar dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk PDK li rex me bisekine û bi diyalogan û danûstandinan pirsgirêk werin axaftin.

Li aliyê dî hin organên çapemeniyê yên bi ser PDK'ê ve ev çend roj in hin rûdanên tundiyê yên ku li Başûrê Kurdistanê di protestoyên girseyî de derketine holê hewl didin ku bi ser tevgera me tehf bidin. Derdorên ku vê propagandayê dikin bi zanebûn gel li hev sor dikin û xizmetê jê re  dikin ku rageşî kûrtir bibe. Bi ser de, bi zanebûn zemîna ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê nearam bike û pevçûna navxwe derxîne, hazir dikin. Jixwe MÎT'a Tirk ji vî alî ve bi xebat û provakasyonên cidî ye. Tevgera me weke hemû derdoran me tim aniye ser zimên ku daxwazên rewa yên gel werin bicihanîn û arîşe bi çarçoweya demokratîk werin çareserkirin. Di van xwepêşandanên protestoyî yên dawî de jî em bi eynî helwestê ne. Di van rûdanên dawî de şewitandina avahiyên hin partiyan û saziyên fermî nayê qebûlkirin û tenê xizmetê ji dijminên Kurdan re dike. Li aliyê dî em tundî û êrîşên çekdarî yên li ser xwepêşandêran şermezar dikin. Daxwazên gel rewa ne û bi lezgînî bi rêyên demokratîk divê werin çareserkirin. Bi vê wesîleyê, girseyên ku mafê xwe yên protestoyê bi kar tînin, bêyî ku bêne provakasyonan, em dixwazin dîsa diyar bikin ku divê bi rêyên aştî û demokratîk daxwazên xwe bînin ser zimên.''