Meşa ciwanên Êzidî di roja xwe ya 2‘emîn de bi dawî bû

Meşa Ciwanên Êzidî ya destpêkirî di 3’yê Tebaxê roja fermanê de li ser rêya cara ewilê korîdorekî mirovahiyê hate vekirin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.

Meşa ciwanên Êzidîya ya ku destpêkirî, duh ciwan heta bi deriyê gelê Kersê meşiyan û li wir wê Şevê man , ciwanan ew şeva xwe bi stran û moral derbas kirin. Di 03’ê Tebaxê de an ku salvegera fermanê de di seatên ber bi sibê de ji deryê gelê Kersê bi rêketin û bi dirûşmên “Em ciwan ciwan can fedayê Êzîdxan” , “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bê Serok jiyan nabe” ber bi Gundê Digorê yê ku Korîdora mirovahiyê di wir de hatibû vekirin û bi hezaran gelê Êzidî têde ji qirkirin xilas bûyê bi rê ketin .

Dema ciwan gihiştin rêya korîdorê daxwiyanêk dan. Daxwiyanî ji aliyê Endama ciwanên Êzidî YCÊ Ezda Viyan ve hate xwendin.

Daxuyaniya YCÊ wiha ye:

Em wek Yekîtiya Ciwanê Êzidî di vê roja reş ya 3’emîn salvegera fermana Şengalê dengê xwe dgihînin hemû gelên azadîxwaz yên cîhanê ku dibêjin em ti car vê fermana ku di rêya xiyanetê de li me hatiye kirin ji bîr nakin û heta dawî ji bo tolhildana fermanê tekoşîn bikin. Çanda Êzidyatî ku di nav civakan de jiyanek wekhev û demokratîk di parêze ji aliyê hêzên desthilatdar yên cîhanê ve heta roja îro bi siyasetên tunekirinê ve rû bi rû hatiye hiştin. Ji ber di Rojhilata Navîn de hebûn û baweriyek wisa li ber hêzên desthilatdar û dagîrker xeteriyek mezin e û ne li gorî berjewndiyên wane, her dixwazin gelê me û çanda me tune bikin.

Fermana 74’an ya ku li ser vê esasê hat plankirin ji bo rêvebirina hêzên navdewletî ve bi alîkariya hêzên desthilatdar AKP’ê KDP’ê re bi destê DAIŞ’ê hat kirin . Di fermanê de bi hezaran jinên Êzidî êxsîr hatin girtin bi sedan jin, zarok û ixtiyarên ji tîn û birça hatin qetilkirin û koçberkirin. Lê di fermana 74’an de çarenûsa gelê Êzidî hat guhertin. Ji ber dijminê ku dixwest gelê Êzidî tune bikin. Vê carê fikir û ramên Rêber Apo yên ser bi netewa demokratîk ne xistibûn hesabê. Piştî fermana li hember îxanetên ku hatin kirin şiyarbûna gelê Êzidî me bawerî û rêxistinbûna xwe qewetir kir. Bi pêşxistina xweseriya Şengalê ve me diyar kir ku em ne civaka berê fermanê ne. Êdî serê xwe li hemberî ti hêza natewînin û heta dawî li ser esasê xwe rêvebirinê em ê li ber xwe bidin. Bila baş were zanîn ev hêzên wekî PDK’ê ku di fermanê de pişta xwe bi me ve kirin û îro tên dibjin “em ê we biparzên” ti baweriya me tu ne ye.

Li hemeber pelê ku roj bi roj îradeya xwe ava dike ev hêzên ku em behsdikin dîse siyasetên xwe yên parçe kirin û bêtifaqkirinê dixin dewrê. Tayîbet jî di şexsê jin û ciwanên Êzidî bi siyasetên weke wan ji çanda wan dûrxistin, çanda Ewropa di nav ciwanên Êzidî de belavkirin, bi rêya xwendînê jin û ciwana kişandin ser eherêmên destê kdp’ê yên ku siyasta qirêj li ser ciwana dimeşînin. Jin û ciwana ji çand û zanebûna rast dûrxistinê re fermanê dayîn ji bîr kirinê dikin hedef. Di fermanê de 5 hezar jinên Êzidî hatin girtin li ser ciwana meşandina siyasetên helandinê dide xuyarkirin ku ji bo dijmin bigihêje armanca xwe estpêkê jinên ciwanên me dikin hedef. Piştî fermanê jî dixwestin vê yekê berdewam bikin.

Em weka yYekîtiya Cwan ên Êzidî (YCÊ) bang li hemû keç û xortên Êzidî dikin ku êdî neyên van lîstikên îxanetkaran û vegerin ser axa xwe. YCÊ bi şîara welat welatê me ye tolhildan soza me ye wê tekoşîna xwe xurtir bikin.”

Piştî daxwiyaniyê, ciwan li wesayêtên xwe siwar bûn û berê xwe dana Serdeşta Çiyayê Şengalê ji boy bejdarî meşa giştî an ku ya gel bibin.

PDK’ RÊ NADE KU WELATIYÊN ÊZIDÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYAN BIBIN

Welatiyên Êzidî yên ku ji başûr di hat ji aliyê Asayeşa PDK'ê ve hatibû astenk kirin û nehiştin ku ew gelê ji Başûr hatî tevlî meşa ji bona Şermezar kirina ferman 73'an bibe,ciwanên Êzidî jî bi bihîstina wê xeberê pir hêrs bûn û dema di rê de dihatin rastî Nukteyek a Asayaşa PDK'ê hatin û êrîşê Pêşmergeyên têde kirin. Dema ciwanan bi keviran û dirûşman bi ser Pêşmergeyan di çûn êdî nehata Qîma wan û xwe li hember vîna ciwanan ne girtin bi çekan êrîşî ciwanan kirin û gule li ser serê wan re avêtin, lê ciwanan guh neda avêtina guleyên wan û cardin dest bi dirûşman meşa xwe berdewam kirin heta ku gihştin Gundê Kolka yê girêdayî serdeştê û tevlî meşa giştî bûn.