Meşa ciwanan a ji bo Efrînê bi coş dewam dike

Meşa ku ciwanan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrinê ji Silêmanî dest pê kirin di roja 3. de ye.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Silêmanî ji bo piştgiriya Efrînê meşê dest pê kir. Meşa ku heta deriyê Sêmalka yê sînor bidome, di roja seyem de bi coşeke mezin dewam dike.

Ciwan doh êvarî gihiştin navçeya Dûkanê ya Silêmanî û danê vê sibehê jî ji wir berê xwe dane navçeya Koyê. Ciwanên ber bi navçeya Koyê ya Hewlêrê ve dimeşin, tê payîn ku wê danê evarî bigihêjin wir. 

GEL BI BALDARÎ DIŞOPÎNE

Li gel serma û seqemê jî ciwan bi biryardarî meşa xwe didomînin û li her cihê jê derbas dibin bi baldarî tên pêşwazîkirin. Şêniyên herêmê bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" destekê didin meşvanan.

Li her cihên ku ciwan digihêjinê, nûnerên partiyên siyasî, tevger û saziyên civaka sivîl serdana ciwanan dikin.