Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê gihişte Qendîlê

Meşa gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê ya li didjî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, gihişte Qendîlê. Ciwana li vir daxuyanî da û destnîşan kirin ku wê li Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî bike.

Meş bi pêşengiya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer a bi tevlîbûna welatî û ciwanên Başûrê Kurdistanê ya dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin, gihişt Qendîlê.

Dema ku meşvan gihiştin Qendîlê, ji gundê Komtane heta gundê Silê yê Qendîlê meşeke girseyî pêk anîn.

Di meşê de ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Ji bo azadî şer, ji bo parastina Qendîl şer’, ‘Ji bo azadiya Rêber Apo şer’, ‘Ey Tirkiye baş bizane Qendîl xeta me ya sore’, ‘Erdogan baş bizane Qendîl xeta me ya sora’ û ‘Bijî berxwedana Qendîl’ qîr kirin.

Welatiyên Qendîlê jî piştgiriyeke baş da ciwanan. Piştî meş gihişte Qendîl, deqeyek rêz ji bo hemû giyanên şehîdên Kurdistan û şoreşê hate girtin. Li vi li ser navê meşvana edamên Komeleya Ciwanan Botan Germiyan axivî û got: “Ev çalakî xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Weke ciwanên Kurdistanê erka me ew e ku têkoşînê li dijî dagirkerî û xwefirotina navxweyî bike ye. Ev çalakî di çarçoveya pêngava ‘Serî rake, dagirkerî tine bike’ de ye.”

Piştî axaftinan û şûnde ciwanan bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Berxwedana Qendîlê’ qîr kirin.

Di dawiya meşê de beşek ji ciwana li Qendîlê man û wê çalakiya xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi awayê çalakiya mertalên zindî dewam bikin.