Mertalên Zindî: Em li ser axa xwe ne, me axa kesî dagir nekiriye

Çalakavanên Mertalên Zindî yên Bradostê:Ev ax, axa me ye, dewleta Tirk dixwaze dagir bike. Ev bi salane em şehîdan didin.Rejîma dagirker bi balafirên şer êrîşî sivîl, gund, zeviyên, heyvan û daristan dike. Em ne li ser xaka wan in, em li ser xaka xwe ne.

Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk didome. Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê ve li Bînarê Qendîlê û di 24’ê Hezîranê li Bradostê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Ciwan û welatiyên herêmê rojane serdana çalakvanan dikin. Ciwanên Bradost ku çûn serdana çalakvanan ji ajansa me re axivîn.

‘ME AXA KESÎ DAGIR NEKIRIYE, REJÎMA TIRK DAGIRKERIYÊ FERZ DIKE’

Ciwanê ji Bradostê yê bi navê Çiya Gabar bang li ciwanan kir ku li dijî êrîşên dagirker bibin mertalê zindî û ev nirxandin kir: “Em jî wek Ciwanên Bradost îro li vir bûn ji bo em li dijî êrîşên dagirker yên rejîma Tirk derkevin. Ev ax, axa me ye, dewleta Tirk dixwaze dagir bike. Ev bi salane em şehîdan didin. Rejîma dagirker bi balafirên şer êrîşî sivîl, gund, zevî, heyvan û daristan dike. Em ne li ser xaka wan in, em li ser xaka xwe ne. Ruxmê ku em Kurd li ser axa xwe ne, dîsa jî dewleta dagirker a Tirk bi firok û topên xwe êrîşî me dikin. Em ev êrîşên dagirker şermezar dikin û dibejin bila êdî ev êrîş bisekînin, ji ber me axa kesî dagir nekiriye, em li ser axa xwe ne. Ev xak ne xaka Tirkiye ye, ev xak xaka Kurdan ye. Li dijî wan êrîşan heta niha hikûmeta herêmê tu helwest nîşan nedaye. Em êdî ji hikûmeta herêmê tu hêvîyan nakin. Pêwîste welatiyên herêmê li dijî wan êrîşan bibin yek deng û helwest nîşan bidin. “

‘HELWESTA HERÎ BIÇÛK JÎ GIRÎNGE’

Ciwanê bi navê Zana Faraşîn jî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Ev êrîşên dagirker ne tene li dijî Kurdane, li dijî tevahî mirovahî tê kirin. Hêzek wek DAÎŞ’ê ewqas êrîşên hovane nedikir, dewleta Tirk DAIŞ’ê derbas kiriye. Li Efrîn û Bradost em dibinin dewleta faşîst bi kijan hovîtiyê êrîş dike. Dixwaze ji Îranê heta tevahî Kurdistan xeta Osmaniyan disa ava bikin. Pêwîste her ciwanek û gelê me li dijî wan êrîşan dengekî biçûk jî be raber bike. Helwesta herî biçûk jî di vê rewşê de girîng e. Bêhelwest mayîn ji bo me tê wateya mirinê.”