Merasima Pîrşalyar a li Hewraman
Merasima Ayînî ya Pîrşalyar doh li gundê Hewramanê Text li girêdayê navçeya Sewlawa wekî her sal hate lidarxistin.
Merasima Ayînî ya Pîrşalyar doh li gundê Hewramanê Text li girêdayê navçeya Sewlawa wekî her sal hate lidarxistin.
Rexmê berf, serma û seqamê jî li gundê Hewremanê Text li navçeya Sewlawa merasima Ayînî ya Zerdeştî ya Pîrşalyar bi pêşegtiya oldaran ve hate lidarxistin.Ev merasîm yek jî merasima herî kevnar a Gelê Kurd e ya ji beriya olê îslamiyetê ye ku ayîn bi lêxistina alavên mûzîkê nên weke erbane,sitranên taybet û rutuelên taybet ve pêk tê.Ev mersim salê 2 çaran di demsalê Bihar û Zivistanê de tê li dar xistin. Ji aliyê gelê herêma Hewraman ve wekî “Cejna Pîrşalyar” tê pênasekirin.
Derwêşên Pîr di vê merasîmê de bi lêdana erbanê, sitranên taybet, dîlan, helbestê menewî û bi çêkirina xarinên taybet ji bo gel tê pêşkeşkirin.
Ev merasîm bingehê xwe ji Ola Zerteştî digre. Merasîma Pîrşalyar li gundê Hewramanê Text 3 roj didome.