Mehmûd Osman: Mijar ne PKK ye, Başûrê Kurdistanê ye

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman, têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk bang li hemû derdorên siyasî kir û got: “Mijar ne PKK ye, Başûrê Kurdistanê ye û dibe ku ziyanên wê ji yên li Bakurê Kurdistanê pêkhatine mezintir be.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser êrîşên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin û got: “Mijar ne PKK ye, belkû Başûrê Kurdistanê ye û wê Başûrê Kurdistanê zêdetir zererê bibîne.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman wiha domand: “Divê hemû alî ji bo rawestandina van êrîşan daxwazê ji navendên navneteweyî û Emerîka bikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.”

Dr. Mehmûd Osman eşkere kir ku armanca van êrîşan zêdetir Başûrê Kurdistanê ye û wiha wiha pêde çû: “Ev êrîşane li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, sînor û serweriya wê derbas dike. Lewma li gorî min mijar ne PKK ye, belkû mijar zêdetir Başûrê Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê zêdetir zerermende. Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê weke valahiyekê dibîne. Îtirafê bi Herêma Kurdistanê nake. Lewma malê xwe dibîne û di hemû aliyan de êriş dike.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurd kir ku bi yekgirtî li dijî van êrîşan bisekinin û wiha got: “Divê aliyên siyasî yekgirtî bin û li dijî van êrişan bin. Daxwaza aştiyê bikin.”