Mehmet Sîncar li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn

Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li cihê lê hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.

Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP'ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr di 4'ê Îlona 1993'yan de li Kolana Elma ya Êlihê hatin qetilkirin. Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatibûn qetilkirin, di salvegera 30'yemîn de li wan hatibû xistin, hatin bibîranîn. Malbata Sîncar, rêveberên HDP, DBP'ê, Partiya Çepên Kesk ên Êlihê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû û Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Ji bo bîranîna her du cangoriyan rêz hat girtin. 

‘EM Ê QETLÎAMÊ JI BÎR NEKIN’

Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar di bîranînê de axivî û diyar kir ku ji bo kujer bên beraetkirin hewl tê dayîn kujer bên beraetkirin û wiha got: "Mehmet û hevalên wî yên xwedî ruhê fedaî ne, di dema têkoşînê de şehîd ketine. Di nava 30 salan de bi deh hezaran heta bi milyonan însanan di rêya Mehmetan de têkoşîn bilind kirin, bi milyonan Kurd jî têkoşîna xwe didomînin, yên ku qetil kirin jî digotin wê dawî li têkoşînê bînin, wisa difikirin, lê têkoşîn qat bi qat mezin bûye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku ji kujeran hesab bê pirsîn, wê têkoşîna me bidome. Di dosyayê de bi AKP'ê û hevkarên wê re lihevkirinek heye ku di dosye bi demboriyê re rû bi rû maye. Dema AKP'ê got ku ew ê kujeran efû bike, gotin 'Me li ser navê dewletê qetil kir' û efû kirin. Çi dibe bila bibe em ê vê qetlîamê ji bîr nekin û cangoriyên xwe jî ji qet ji bîr nekin." 

‘HETA KU EDALET PÊK WERE EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Omer Faruk Gergerlîoglû diyar kir ku AKP li ser kesên ku edaletê dixwazin her tim bêhiqûqiyê ferz dike û wiha got: “Vî gelî demokrasî dixwest. Lê wan parlamenterê ku vê daxwazê dianî ziman, qetil kirin. 30 sal berê li vir cînayetek hat kirin, birîndar jî hebûn. Li navenda sûka vekirî cînayetek hatiye kirin. Li Êlihê ya ku kiryar nediyar cinayetek din hat kirin. Dixwazin vê cînayetê bi demboriyê re rû bi rû bihêlin. Diyar e ku destên wan di karên qirêj û tarî de ye. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ê tu carî dest ji doza van cînayetan bernedin."

Beşdaran piştî axaftinan qerenfîl danîn cihê cînayet lê qewimî ye û bîranîn bi dawî bû.