Mehmet Sincar hat bibîranîn

Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di sala 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li navçeya Qoserê tê bibîranîn.

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêdînê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê di êrişek çekdarî de hatibû qetilkirin, di salvegera 30’yemîn de li ser gora xwe ya li navçeya Qosera Mêrdînê tê bibîranîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya bi wan re, malbata Mehmet Sîncar û gelek welatî li ber Eywana Dawetê ya Nîrvana kom bûn û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Girseya ku wêneyên Sîncar hildan, bê navber dirûşma “Mehmet Sîncar nemir e” berz kirin. Meş li gorsitanê bi dawî bû û ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. 

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li ser gorê axivî û destnîşan kir ku heta hesab were dayîn wê têkoşîna xwe bidomînin û têkoşîna Mehmet Sîncar li erdê nehêlin. 

Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî axivî û bal kişand ser berdewamiya têkoşîna cangoriyên Kurdistanê.

Beşdaran qerenfîl danîn ser gora Sîncar û bername bi dawî bû.