Medenî Yildirim hate bibîranin

Medenî Yildirim ku ji aliyê polîsan ve li navçeya Lice ya Amedê hatibû qetil kirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Li gundê Kaycik ê navçeya Lice ya Amedê 28’ê Hezîrana 2013’an Medenî Yildirim di çalakiya protestoyê ya li dijî çêkirina kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. Yildirim ji aliyê malbat, xizim û HDP’yiyan ve bi merasîmekê li avahiya HDP’ê ya Amedê hate bîbîranîn. Piştî merasîma bibîranê ya li avahiya HDP’ê Yildirim li ser gora xwe bi tevlîbûna parlamenterê HDP’ê yê Amedê û gelek kesan ve hate bibîranîn.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û got; “Li her cihî li her çiyayî avakirina baregehên leşkerî dikin hedef. Xelkê Amedê çalakiyekî mirovî lidarxist û li dijî kalekolê derketin. Lê hişmendiya bê rehm gule li gelê sivîl barand. Hevalê me, hevrêyê me Medenî li wir şehîd bû.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllarî balkişand li ser têkoşîna demokrasiyê û got; “Heta niha yên ciwan û zarokên me qetil kirin carekê jî nehatin girtin. Gelê me, ciwanên me dema ji bo pêşerojê û azadiyê tevger dikin yan tên girtin yan jî tên kuştin.”

Piştre birayê Medenî Yildirim Mehmet Yildirim axivî û gwiha got; “Dema êrîşî birayê min kirî em li gel hev bûn. Dema li birayê min xistin ez ne li gel bûm, min temaşeyî birîndarên din dikir û bi wan ve eleqedar bûm. Ne hişyariyekî gaza îsotê ne jî ti hişyarî dan û fîşek berdan me. Armanca me ya li wir ne şer bû aşitî bû.”