MED-TUHAD-FED: Li girtîgehan gelek maf têne binpêkirin

MED TUHAD-FED'ê diyar kir, li girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan mafên girtiyan têne binpêkirin.

MED TUHAD-FED'ê (Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Cezawariyan a MED'ê) bal kişande ser binpêkirina mafan a li zindanan.

Federasyonê diyar kir, di serî de li girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan mafê girtiyan têne binpêkirin, tecrîdeke giran li ser wan heye.

Federasyonê bi bîr xist li gel talokeya vîrûsê jî îro li girtîgehan bi hezaran girtî di şertên tecrîdê de têne hiştin, di serî de li Îmraliyê, li hemû girtîgehan mafê girtiyan têne binpêkirin û tecrîdeke giran li girtîgehan heye.

Fedarasyonê got di serî de mafê hevdîtinê yên rûbirû û bi rêya telefonê, çalakiyên sosyal hatine sekinandin, axaftina bi telefonê ku divê girtî heftiyê du caran bikin jî nayê hiştin ku bikin û bang li Wezareta Dadê ya  Tirk kir ku bi berpirsyariya xwe rabe,  bang li raya giştî jî kir ku li girtiyan xwedî derkevin.