MED TUHAD-FED: Em dengê dayikan bibihîzin

MED TUHAD-FED'ê Roja Dayikan pîroz kir û bang kir ku dengê berxwedanê yê dayikan bê bihîstin.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) di çarçoveya Roja Dayikan de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wekî her serdemê wê îsal jî dayikan bi têkoşîna xwe zilm têk bir û hat gotin ku dayîk bûne pêşengên berxwedanê.

MED TUHAD-FED’ê diyar kir ku Dayikên Aşitiyê û Dayikên Şemiyê her gav pêşengtiya pêvajoyên dijwar kirine û wiha got: "Erdnîgariya ku em lê ne ji bo dayikên me ji bilî dayikbûnê têkoşîn e. Wekî her serdemê di vê serdemê de jî dayikên me bi têkoşînê bersiv daye zilmê. Dayikên laçikspî, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bi berxwedana xwe pêşengtiya pêvajoyên herî zor û zehmet kirine. Me sala 2020'an Roja Dayikan bi aloziyekî pêşwazî kir. Bi hezaran dayik bûne deng û ronahiya girtiyan. Roj hat dayik li parka Koşuyoluyê û roj hat dayikan li qada Galatasarayê li ber xwe dan. Di sala 2020'an de divê êdî dengê dayikan bê bihîstin. Dayikên girtiyan aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin . Di 2020'an de şûna gotinên sembolîk ji dayîkan re, aştî û azadiyê diyarî bikin. Dayik li benda aştî azadiyeke mayînde ne. Bi taybetî em dikarin bibêjin ku bi qanûna înfazê bi awayekî ne hiquqî parlementoyê derbas bûye. Lê li dayikan her tim azadî, aştî û demokrasî parastine. Em wekî komeleya girtiyan bi vê minesebetê roja hemû dayikan pîroz dikin dubare soz didin dayikan ku em ê her tim li cem têkoşîna wan cih bigirin."